ORTADOGU NEWS -
Kargeh ji alîyê Botan Internationalê ve bi rêya bernameya Zoomê bi awayekî online hate li dar xistin. Botan Internatıonalê dîyar kiribû go kontenjana beşdaran bi 15 kesan ve sînorkirî ye. Hate diyar kirin go 86 kesan serî li kargehê dabû û ji van kesan 15 kes hatine bijartin. Sponsorê vê kargehê Dîyar Mizûrî bû.
Wek ku Botan Internationalê berê jî diyar kiribû di vê sazîyê û di kargeh û perwerdeyên vê sazîyê de jin xwedî îmtîyazeka cûda ne, ji ber vê yekê dîsa di vê kargehê de jî hejmara beşdarên jin ji hejmara beşdarên mêr pirrtir bû.
16ê Mijdarê kargehê dest pê kir û 22yê Mijdarê jî dawî lê hat.
Di Kargehê de 11 rojnamevanan, parêzerek û du akademîsyenan dersdarî kirin. Her rojnamevanên her yekê di qada xwe de xwedî tecrûbeyên bi salan di kargehê de bi mijarên cûr bi cûr dersdarî kirin. Her weha di vê kargehê de du semînerên ji bo beşdarbûna kesên derveyî guncav jî hatin li dar xistin. 19ê mehê Dr. İsabel Kaserê, ku ew li Zaningeha Bernê dersên zayenda civakî dide û herweha yek ji şêwirmendên Botan İnternationalê ye, li ser mijara ‘’Zayenda Civakî û Jin û Civaka Kurdan’’ semînerek da. Dîsa 20ê mehê Muri Darîdayê ku ew bi xwe jî rojnameger e li ser mijara ‘’Jinên Kurd di medyaya Ewropayê de çawa cî digrin’’ semînerek da.
Wê sertîfîkayên beşdarbûnê ji bo beşdaran bên amadekirin.
Herweha Botan İnternationalê di hesabên xwe yî medyaya civakî de ragihandiye go dê meha bê jî bi sponsora hin kes û sazîyan kargehekê li dar bixin. Û li gel kargehê dê bi awayekî online hin seminerên din jî ên go ji bo beşdarbûna her kesê guncav in jî bên li dar xistin.
Bernameya Kargehê bi giştî wiha bû;
16.11.2020
Asc. Prof. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan û Gulistan Korban
17.11.2020
Hatîce Kamer û Sertaç Kayar
18.11.2020
Safiye Alagaş û Mahmut Bozarslan
19.11.2020
Şîraz Baran û Dr. Isabel Kaser
20.11.2020
Mesûd Muhemmed û Muri Darîda
21.11.2020
Omer Faruk Baran û Murat Bayram
22 .11.2020
Rêdûr Dîjle û Ferid Demirel
Dersdar û mijarên wan jî wiha bûn;
Dr. Isabel Kaser (Zanîngeha Bernê, Swîsra) - Zayenda Civakî, jin û civaka kurdan
Murî Darida (Rojnamegera Serbixwe, Almanya) - Gelo jinên kurd li medyaya Ewropayê çawa cih digirin?
Hatîce Kamer (BBC, SBS) - PodCastên kurdî çawa tên amadekirin?
Sertaç Kayar (Reuters) - Taybetmendîyên wêneyên ji bo medyaya dîjîtal çi ne?
Mahmut Bozarslan (AFP, VOA) - Weşana zindî ya li Medyaya Civakî divê çawa be?
Gulîstan Korban Rençber (Ortadogunews) - Amadekirin û pêşkêşkirina vîdeo-nûçeyan
Doç. Dr. Ibrahîm S. Aydogan (Zanîngeha Inalcoyê) - Medyatîv û rastnivîsîna nûçeyan
Omer Faruk Baran (VOA) - Bijartin û amadekirina nûçeyên li medyaya dîjîtal
Ferîd Demîrel (bianet) - Divê di medyaya dîjîtal de hevpeyvîn çawa bin?
Şîraz Baran (Parêzer) - Mafên bikarhêner û nûçegihanên medyaya dîjîtal
Safîye Alagaş (JinNews) - Nûçegihanîya jinan - tecribe û pêşniyar
Rêdûr Dîjle (MA) - Nûçegihanîya ajansên Kurdî
Mesûd Muhemmed (Kurdistan 24) - Nûçegihanîya li meydanên şerî
Murat Bayram (Botan International) - Nûçegihanîya navneteweyî: Pîvan û etîk
--
Nûçe: Vahdet Uçar