ORTADOĞU NEWS- İnsiyatif bi rêya daxuyaniyeke dawaz ji malbatên kurd dikin ku ji bo zarokên wan zimanê xwe nas bikin û zimanê wan winda nebe, bila dersên Kurdî yên bijarte bibijêrin. Di daxuyanîya insiyatifê de wiha tê gotin "Wek ku tê zanîn li Bakûrê Kurdistanê dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî, Zazakî) di îlona sala 2012'an de kete mufredata perwerdehîyê. Bi vî awayî êdî xwendekarên polên 5,6,7 û 8an di bin bana ziman û zaravayên zindî de dikarin bi dilê xwe dersa kurdî hilbijêrin. Kurmancî û zazakî jî di nav van dersên bijarte de ne. Di xebatên pedegolojîk ên heta niha hatine kirin de girîngîya dersên bijarte li berçavan e. Her wiha dersên kurdî, girîngî û bijartina van dersan ji bo xwendekarên Kurd du caran girîngtir e. Yek ji ber ku zimanê zarokan ê zikmakî ye ya duyem ji ber ku êdî kurdî di nav zarokan de zêde nayê axaftin û rewşa kurdî di bin metirsîyê de ye. Di vê meseleyê de rasterast bar dikeve ser milên malbatên Kurd ku ev mafê wan ê rewa bi kar bînîn, bi hişmendî tevbigerin. Bi bijartina van dersan kêm be jî wê zarok zimanê xwe nas bikin û di siberojê de ew ê nebin xerîbên zimanên xwe."
Herwiha di daxuyanîyê baldikişîn ser hişmendiya revebirên dibistana ya li hember dersa kurdî û wiha berdewam dike; "Niha li hin dibistanan dersên Kurdî bi awayekî sembolîk tê dayên lê em berteka rayedarên dibistanan ya li hemberî van dersan jî dizanin. Rayedar û hin mamoste ji bo ku malbat dersa Kurdî hilnebijêrin bi malbatan re dikevin têkilîyê yan jî bi hasasîyeta malbatan ya dînî dilîzin û nahêlin ku dersa Kurdî hilbijêrin. Divê malbat êdî guh nedin van kiryarên rayedarên dibistanan, hişyar bin û ji bo siberoja zarok û zimanê Kurdî, dersa bijarte ya Kurmancî û Zazakî hilbijêrin."