Her sal zêdetirî sed kesan dibin dersdarên zimanê kurdî, 2-3 kes dibin wezîfedar

ORTADOĞU NEWS –

Însîyatîfa Mamosteyên Kurdî daxwaz ji hemû nûnerên siyasî, çand ziman û kultura Kurdî, saziyên sivîl û berpirsên komeleyan û rewşenbîrên Kurd kir ku ji her demê bêtir îro xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Daxuyanîya însiyatîfê

 “Di roja 26.01.2011an de Lijneya Xwendina Bilind (YÖK) vebûna beşên ziman û edebîyata Kurdî pesend kir. Bi biryara YÖKê re li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, Zanîngeha Muş Alparslanê û Zanîngeha Bîngolê beşên ziman û edebîyata Kurdî vebûn.

Li gel vana dîsa li Zanîngeha Bîngolê û li Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê beşên ziman û edebîyata Zazakî hatin vekirin.

Heta niha bi sedan xwendekar ji van beşan derçûn û dîplomayên lîsansê wergirtin. Hîn jî her sal zêdeyî 100 kesî ji van beşan der diçin.

        Mixabin wezareta perwerdeyê salê 2-3 kesan ji van mamosteyan wezîfedar dike. Li gel ewqas mezûn û xwendekarên Kurd yên li dibistanên seretayî û navendî, em vê hejmarê kêm dibînin û daxwaz dikin ku di demeke nêz de hem mamoste hem jî xwendekar bigîhêjin mafê xwe yê rewa.

       Her weha bi vê daxwazê ve girêdayî banga me li xwedî û berpirsên kolej û kreşên li bajarên bi piranî Kurd lê dijîn e ku di mufredatên wan de dersên Îngilîzî, Erebî, Fransî û hwd. hene lê Kurdî tune ye. Daxwaza me ev e ku Kurdî jî têxin nav perwerdehiya xwe ya pirzimanî.

        Em daxwazê ji hemû nûnerên siyasî, çand ziman û kultura Kurdî, saziyên sivîl û berpirsên komeleyan û rewşenbîrên Kurd dikin ku ji her demê bêtir îro xwedî li zimanê Kurdî derkevin.”

                                                      

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.