Bername ji bo xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê vekirî ye û bi 30 kesan sînordar e. Ew kesên serî lê dane dê herî dereng di 10.12.2020an de bên agahdarkirin.
Akademî bêpere ye!
Kesên ku bi rêk û pêk beşdarî hemû hefteyên akademiyê bibin dê ji alîyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (WÎB) ve sertîfîkaya beşdarbûnê werbigirin.
Ji bo serîlêdanê ji kerema xwe pêl lînka li jêrê bikin û formê dagirin:
Armancên Akademîyê
Akademiyên Bihar û Payîzê yên Weqfa İsmail Beşikci, ragihandina tecrûbe û sermiyana ilmî ya vekolînên qada Kurdî bo akademîsyenên ciwan, vekoler û xwendekaran ji xwe ra dike armanc. Weqf, bi bernameyên akademiyê, tedbîqa vîzyon û perspektîfa veguherîna bo saziyeke wisa ji xwe ra dike armanc ku di qada xebatên Kurdî da zanyariyan pêk tîne û van zanyariyan belavî civakê dike.
Di salên dawiyê da li hin zanîngehên Tirkiyeyê yên ku perwerdehiya lisans, master û doktoraya Kurdî didin, û diyasporayê yekûneke lîteratura akademik ya baş ji bo Kurdî (Kurmancî û Zazakî) pêk hatiye. Ev bernameyên akademiyê zêdetir xuyabûn û pêhesîna vê lîteratura akademîk ya Kurdî ya ji layê nifşên nû ve wekî armanc dide ber xwe. Akademî salê du caran, di serdemên payîz û biharê da, di maweya heşt heftiyan da pêk tê.
Akademiya ku dê bi awayê online pêk bê, her sal 30 xwendekarên lisans, master yan doktorayê daxilî bernameya xwe dike. Kesên ku beşdarî bernameyê bibin divê di asta xwendin û nivîsandinê da Kurdî baş bizanin. Beşdarên ku bi serfirazî bernameyê diqedînin, di dawiya bernameyê da sertîfîkaya beşdariyê distînin.
Mijar: Perwerde û Hînkirina Kurdî: Tecrûbe-Model-Pêşniyaz
Perwerdehî û hînkirina Kurdî di proseyeke berfireh da bi sazî û enstîtûyên serbixwe, kurs û zanîngehên taybet; sazî, enstîtû, dibistan û zanîngehên dewletê pêk hatiye û di vî warî da tecrûbeyek derdetiye meydanê. Ev tecrûbeya ku wekî zincîreyeke tekmîl pêk nehatî di heman demê da metod û perspektîfên cuda di nava xwe da dihewîne. Em li wê baweriyê ne ku pêhesîna vê tecrûbeyê ya ji layê cemawera Kurdî ve dê bibe wesîleya peydakirina modelên nû yên perwerdehî û hînkirina Kurdî. Bi vê egerê, di bin banê akademiya biharê ya Weqfa İsmail Beşikci da, em ê bi serenavên cuda û bi pisporên vê qadê hewl bidin ku derfeta îstîfadekirina vê tecrûbeyê pêk bînin. Bernameya “Perwerde û Hînkirina Kurdî: Tecrûbe- Model-Pêşniyaz” ji bo tedbîqa vê armancê hatiye amadekirin.
Bernaneya Akademiya Payîzê dê di navbera 12ê Berfanbara 2020an û 23ê Kanûna Paşîn ya 2021ê da, di berdewamiya heft hetteyan da, her roja şemiyê, di saet 14:00-17:00’an da, bi awayê Online û li ser plastforma Zoomê pêk bê.
Akademiya Payîzê, di bin banê xebatên Kurdî yên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî da, girêdayî armanca pêşvebirina azadiya akademîk û fikrî pêk tê. Hêzdarkirina şiyana akademik ya xwendekarên lisans, master û doktorayê yên ku di dahatûyê da daxwaza xebatên cihana Kurdî dikin, armanca sereke ya vê akademiyê ye.
Hejmara xwendekarên ku dê beşdarî bernameyê bibin, sînordar e. Daxwaz ew e ku xwendekar bi awayekî bi rêk û pêk tevlî bernameyê bibin. Di dawiya bernameyê da ji xwendekarên beşdar ra sertîfîkaya beşdariyê tê dayîn.
Tarîxa dawiyê ya serlêdanê: 09.12.2020
Diyarkirina encamên serlêdanan: 10.12.2020
Destpêkirina bernameyê:12.12.2020
Bidawîbûna bernameyê: 23.01.2021
Tarîx |
Axêver |
Mijar |
|
M.Şerif Derince |
Modelên Perwerdehîya Pirzimanî û Rewşa li Tirkiyeyê bo Kurdî |
|
Selda Araz |
Tecrûbeya Dersên Hilbijarî ji Çavên Xwendekaran |
|
Şehmus Kurt |
Tecrûbeya Enstîtuyên Zindî li Tirkiyeyê-Mînaka Zanîngeha Mardîn Artukluyê |
|
Hewa Salam |
Tecrûbeya Perwerdehiya Kurdî li Başûr |
|
Nurettin Beltekin |
Hetê Felsefeyê Perwerdeyî ra Perwerdeyê Kurdî-Zazakî |
|
Ronya Ilbasmis |
Kitabanê Dersan yê Kirmanckî (Zazakî) de Zayenda Komelkî |
|
Ronahî Onen |
Tecrûbeya TZP-Kurdî û Amadekirina Hînkerê |
Koordînatorê bernameyê: Cumhur Ölmez