ORTADOGU NEWS-
Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, ew bombe bi hêzên Heşda Şeibî ve teqiyaye û di encamê de “2 çekdarîn Heşda Şeibî hatine kuştin.”
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin di encama wê teqînê de “6 çekdarên Heşda Şeibî birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de tê aşkerekirin ku teqîn li gundê Pelkane rû daye û lîwaya 52 a ya Heşda Şeibî kiriye armanc.
Roja 08.11.2020, çekdarên DAIŞê li navçeya Rezwaniye li rojavayê Bexdayê êrişî xaleke pasewanî ya hêzên Heşda Eşayîrî kir û di encamê de 11 kes hatin kuştin.