NY Times: Îsraîlê, li Îranê fermandarê duyem ê El Qaîdeyê kuştiye

ORTADOGU NEWS-

Abdullah ku wek Ebû Muhammed el- Masrî tê nasîn, di 7ê Tebaxê de, li kolanên Tehranê ji hêla du kesan ve bi motorsîkletek hatîye kuştin.

Masrî jibo alikarîya birêvebirina bombebarana du balyozxaneyên Amerîka yên li Afrîkayê dihat tawanbarkirin. Demek dirêj bû û hevdem di nav lîsteya Terorîstên Herî Tê Xwestin ya Buroya Lêpirsînê ya Federal ya Amerîkayê de bû.

New York Timesê gotiye ku rola Amerîka ya di kuştina Masrî de ne diyar e.

Hevdem, El Qaîde kuştina Masrî ranegihandîye û karbidestên Îranê ev bûyer veşartîye û heman demê de heya niha ti dewletê bi eşkere berpirsyarîya kuştinê negirtîye ser xwe.

Îranê îro Şemiyê nûçeya NY Timesê red kir, û got ku ti terorîstên El Qaîde li ser axa wê tuneye.

--

Werger: VOA Kurdî

Anahtar Kelimeler:
İranİsrailEl Qaîde
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.