Piştî “kirasguhertin”a Baba Şêxî

ORTADOGU NEWS -

Ganî Mîrzo piştî Komkujîya Êzidîyan ya vê dawîyê berê xwe bi enstrûmanên xwe dabû Şingalê, Xane Sorê û bi muzîkê terapî li keç û xortên Êzidîyan dikir.

Ibrahim Keivo yê hunermendê Mezopotamî bi dengê xwe yê efsûnî çend stranên Êzidîyan ji dil û can strandîye, her cara dem û derfet dîtî berê xwe daye Lalişê û ji zarokatîya xwe heta îro bi Êzidîyan re mezin bûye û her di têkilîyê de maye. Em baş dizanin Êzdayetîyê tesîr li ser her du muzîkjenan kirîye û girêdaneke ya wana dilî û hîsî bi Êzidîyan re heye.

Min sê pirsên vê hevpeyvînê tenê di derbarê Baba Şêx de ji Ganî Mîrzo û Ibrahim Keivo kirin, bi vê hevpeyvînê em Baba Şêx bibîrtînin û dubare sersaxîyê ji bo Êzidîyan û hemî miletê xwe dixwazin.

Ji bo kesek Baba Şêx nas nake dikarî qala wî bikî?

Ganî Mîrzo: Li ser çûna rehmetîyê Baba Şêx bi rastî min şexsê wî rûbirû nas nekir, bes tu zanî ew wek Bavê Rûhî ye bona miletê me Êzidî, bavê rûhanî yê gelê Êzidî ye. Yanî bi rastî însanekî gelekî aşitîxwaz bû, rûhanîyek ecêb cem bû, bes dixwest ev miletê he bi rengekî silamet ji vê zilmê xilas bibe. Yanî şexsîyeta wî wilo wek rihetîyek nefsî dida Êzidiyan, hebûna wî bi rastî gelekî girîng bû ji bona miletê me yê Êzidî. Bes dîtina wî, rûyê wî, kenê wî, şiklê wî hemîçik aşitî dixiste dile mirovan de. Çend caran min li gotinên wî jî guhdarî kirin, lê ma’elesef min ew nedît.

Ibrahim Keivo:

Rihê min, serî de sere te û yê hemî miletê insanîyetê sax be. Ji ber ku Baba Şêx insanekî insan bû, çi ma’neya di vê şitexalîya insanîyetê de hebe, Baba Şêx ew insan bû. Çi ma’neya insanîyetê hebe giş bi vî şexsî re bû.

Baba Şêx kesê herî mezin ê di rûhanîyeta Êzidîyan de bû, serokê rûhanî yê merce’a dînî yê Êzidîyan bû. Yanî hemû tiştên dînî bi destê Baba Şêx çêdibû, ew merce’a talî bû. Reîsê herî mezin ê di nav miletê Êzidî de ew e. Navê wî yê heqîqî Xirto Hacî Îsmaîl e, bes ritbeya wî ya dînî Baba Şêx e. Piştî bû Baba, êdî ebeden kes nema bi navê wî bang dike. Ew bavê me ye, Baba Şêx e. Gelek karên xwe ji derve dikir, ew coxrafyaya tê de, li Kurdistanê, ji Çîyayê Şengalê derdiket. Mesela du derba çû Vatîkan Papayê Katolîk zîyaret kir, çû Hindê (Hindistan), gelek olên wir jî nêzî Êzdayetî hene. Li Yêkitîyên Ewropayê (UN) xelata aşitîyê danê û xelateke girîng a cîhanê bû. Gotin: “Ev zilamê aşitîyê yê di dinyayê ye!”

Gava ez dibêjim ew yê herî mezin ê di Meclîsa Rûhanî yê Lalişê ye, di wê meclîsê de gelek zilamên oldar hene, ew serokê gişan e yanî ritba pêşîn e. Ritba mam, feqî, pîr, şêx hene, ew te dît bi erebî dibêjin “reîs’il meclîs’il âla el-ruhanî.” Yanî ew serokê gişan e û yê herî bilind e.

Ma’neya Baba Şêx bo te çi bû û bîranînek ya te pê re heye?

Ganî Mîrzo: Insanekî dixwaze hemû insan jê hez bikin, ti zilmê negihînin kesî, ti tahdê negihî kesî. Wek çawa ev zilm hatîye sere miletê me yê Êzidî, nedixwest ev were serê miletekî din, bona wê dixebitî. Dixwest bi rengekî rûhanîyet û aşitî tişt bên çareserkirin. Wekî din cardin dibêjim; ma’elesef çi têkilîyê min pê re tune bû. Min xwest çêbibana, lê ma’elesef çi wextê ez çûbûm Kurdistanê wextê min gelek teng bû.

Ibrahim Keivo: 2018an de ez çûm Îdeya Çarşema Nîsanê li Lalişê, berî îdê rokê yanî di erefatê de, ew lazim bû ku were. Ew anîn, gelekî îxtiyar bû, nikaribû bimeşîya heta ew rakirin û anîn. Li ser kursîyê Melek Fexreddîn ew rûdine, kes li wî kursî narûne, jixwe Baba Şêx bixwe temsîla Melek Fexreddîn dike, ew li wir rûniştîbû. Min xwest ez zîyareta wî bikim, rê ji min re vekirin, sûretên min jî pê re hene, te dîtin. Ez çûm min silav lê kir, destê wî ramîsand. Bêyî ez pê re biştexilim min li veçhê wî nêrî û ez lê hisîyam ku ji min re dibêje: “Ji aşîtîyê hez bikin, hûn insan in, navê insanîyê li ser wê ye, lazim hûn aşitîxwaz bin. Tim ji silametê hez bikin, divê hûn li dijî şeran û cengan bin.”

Ez li veçhê wî dihîsîyam wek ku nûr jê dihere, min digot bi min re diştexile lê bi tu kesî re neştexile, ebeden bes rûniştî bû. Du saetan jî rûnişt, kesekî re neaxivî, rûniştîye ‘alem tên silavê lê dikin, wî çi şitexalî negot. Ez gelekî li ber sekinîm, eva ya behsê dikim wek şitexalîyê mere jê fêm dike beyî ku biştexile. Ez li xwe hesîyam, ez pê re diaxivîm û ew ket şexsê min. Ez bûm wek wî û ew bû wek min û em hevdu re diştexilîn. Yanî qesta min haleke rûhanî çêbû û wilo tiştkî xerîb bû. Ev bi te re naaxive lê tu lê dihesî ku ew bi te re diaxive jî, ew hîssîyat çêdibe, şîret li min kirin. Serê bi alîyê rastê û çepê ve dibir û dianî, mirov pê dihesîya ku bi xelkê re diaxive. Haleke gelek xerîb bû, ez vê bîranînê di heyata xwe de ji bîr nakim, ew rûniştina wî tesîreke gelek mezin li min kir. Gava ez çûm cem wî bi heyecanî çûm cem.

Li ser vê babetê gotineke te ya dawî hebe dikarî bêjî?

Ganî Mîrzo: Bi rastî çûna Baba Şêx jî xesaretekî gelek mezin bû ji miletê me yê Êzidî re, her çar parçeyên Kurdistanê re, ne bes miletê me yê Êzidî re ji hemû Kurdistanê re. Divê Kurdistanî baş zanibin dînê me Êzidîyan dîneke esasî û pêşî ye, yê Kurdan e. Berî hemû dînan e; berî Mesihîyetê, Yahudîyetê, Îslamîyetê, dîneke kevn e. Hemû tiştên însanîyetê dînê me de heye. Vêca bi rastî xesareteke mezin bû.

Ibrahim Keivo: Baba Şêx tiştên gelek girîng û qedr digotin. Mesela ew zarok, qîz û pîrekên DAÎŞê revandin û piştî salekê-du salan gelek derketin û hatin. Gelek şêwirdar di Êzidîyan de gotin: “Vana çûn ji olê derketin, em nema karin wan cardin hembêz bikin.” Ê wî tişteke gelek û gelek bi qedr got, qerarek da û got: “Vanê çûne û yê li me vegerîyana giş tahir in, zarok û qîzên me ne, namûsa me ne û wê dîsa vegerin ola xwe. Ez vê fetvayê didim, ez Baba Şêx im lazim bi vî rengî ev tişt were cîh.”

Bi rastî ev tiştekî gelek mezin bû di tarîxa ola Êzidîyan de, ji ber ku di ola Êzidîyan de yek jê derkeve nikare dîsa vegere lê wî ev fetva da û got: “Vegerin, bi zorê tahde li wan kirin û birin, ne bi rizaya xwe çûne. Keçik, zarok, îxtiyar, pîrek, zilam kî be bila bi serbilindî vegere nav miletê xwe yê Êzidî!”

Ew helalkirin di destê wî de bû, kesên vegerin ava ji Kanîya Spî li wan dike û helal dibin. Ev tişta kirî tenê hêjayî Xelata Aşitîyê ya Nobelê bû.

--

*kirasguhertin li civata Êzidîyan ji bo rûh ji bedenekê biçe bedenekê dî tê gotin.

Hevpeyvîn: Tofan Sunbul

Anahtar Kelimeler:
Baba ŞêxÊzidîtî
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.