ORTADOGU NEWS -
Li gor bernameya ku di malepera Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye weşandin û servîsa Kurdî ya VOAyê wergerandiye Pompeo dê li Parîsê bi Serokomarê Fransa Emmaneul Macron û hevtayê xwe Jean Yves Le Drian re bicive.
Pompeo dê dû re derbasî Stenbolê bibe û li wir bi Patrîkê Rum yê Fenerê Bartholomeos re kom bibe.
Ew dê piştî Stenbolê here Gurcistanê û li wir serokomarê wî welatî Saloma Zurabishivili, serokwezîr Giorgi Gaharia û wezîrê derve Davit Zalkaliani bibîne û dê bi bi Patrîkê Dêra Ortodoks ya Gurcistanê Ilia II re jî hevdîtinekê çêke.
Wezîrê Derve yê Amerîka dê dûre derbazî Îsraîlê bibe û bi serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu re ser normalkirina peywendîyên bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî re danûstandinê bike.
Pompeo dê ji Îsraîlê here Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û dê li wir bi Prensê Cîgir Mihemed Bîn Zayd re bicive.
Ew dê ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî here Qatarê û li wir jî dê bi Emîr Tamîm Bîn Hamid El Tanî û Wezîrê Derve Mihemed Bîn Abdulrahman El Tanî re kom bibe.
Wezîrê Derve ye Amerîka dê gera 10 rojî de herî dawî here Erebistana Saudî û dê li wir bi Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman re hevdîtinê çêke.