Rêberê Rûhanî yê Êzîdîyan Baba Şêx koça dawîyê kiriye

ORTADOGU NEWS - 

Rêveberê Karûbarên Êzîdiyan ê li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê Xêrî Bozanî ragihand ku Şêx Xirto Hecê Îsmaîlê bi nav nasnavê Babe Şêx îro Pencşemê 1ê Cotmeha 2020an li bajarê Hewlêrê di nexweşxaneyê de ji ber nexweşiyeke dijwar koça dawî kir.

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx niha 87 salî bû û nexweşiya gurcîskê li gel hebû û vê yekê jî kar li ser dilê wî kiriye.

Babe Şêx roja Sêşemê ji Şêxanê bo nexweşxaneyeke Duhokê hatibû veguhastin, lê ji berê rewşa wî her girantir bû ji bo nexweşxaneya Hewlêrê hatibû veguhestin.

Baba Şêx ji 1995ê vê serpreştî û xizmetê ji bo dînê Êzidiyan dike.

Babe Şêx, berpirsê karûbarên dînî yê Êzidiyan bû û ew xwedî otorîteya herî bilind yê Êzidiyan bû. Li Şêxan ji dayik bûye. Ji binemala Şêx Fexredî Kurdî Edî ye.  Babe Şêx di heman demê de berpirsê dibistana Laleşê bû.

Babe Şêx sê caran zewiciye û 10 zarokên wî hene.

Anahtar Kelimeler:
Baba Şêx
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.