“Zara Mihemmedê bi tenê dersên zimanê Kurdî daye!” 

ORTADOĞU NEWS - LONDON 

Îranê, ji ber hînkirina zimanê Kurdî dersdêra zimanê Kurdî Zara Mihemmed girtiye û deh sal cezayê zindankirinê daye wê. 

Navenda Kurdish Progressê kampanyayek li dijî vê yekê daye dest pê kirin. 

Di yek ji vîdeoyan de Saha Zahavî ya fîlmçêker gotiye:

“Zara Mihemmed ji bo mafê zarokên me yê hînbûna Kurdîyê li dibistanan şer kiriye. 

“Zimanên dî li ser me derewan dikin. Bi tenê zimanê kurdî behsa rastiya me dike. Zarayê jî dizanî rastî bi bilêvkirinê dikarî belav bibe. 

“Ez bi hemî awayî piştgirîya Zahra Mihemmedê dikim ji ber ku ew lehemgeka rastîn e.” 

Di pênç vîdeoyên destpêkê de jinên kurd axivîne. Hûnermendên wek Dilnîya Rezazî, Nûvîn Berwarî jî diyar kirine ku hînkirina Kurdîyê ne sûc e û girtina Zarayê ne adilane ye. 

----

Nûçe: Murat Bayram 

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.