ORTADOĞU NEWS-
Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî bi minasebeta 3 saliya Referandûma Serbixwebûna Herêma Kurdistanê (25.09.2017) bi navê “Bo Mêjû” kitêbek belav kiriye.
Di destpêka kitêbê de Barzanî behsa rêkeftina navbera Balyozê Brîtanyayê li Rojhilata Naverast, Sir Mark Sykes û dîplomatê Fransayê François Marie Denis Georges-Picot Rêkeftina Sykes Picot (Sykes–Picot Agreement) a 196an kiriye û qonaxên sed salên rabirdû yên Iraq û Kurdistan tê re derbasbûnê ligel hurgiliyan wan nivîsandiye.
Kitêb bi zimanekî sade û hatiye nivîsîn û ji 117 rûpelan pêk tê û li ser 17 beşan hatiye dabeşkirin.
Beşên “Bo Mêjû” yê wiha ne:
-Dabeşbûna Kurdistanê
-Damezirandina dewleta Iraqê
-Şoreşa Îlonê
-Plana jinêvbirin û asîmîlasyona milletê kurd li Iraqê
-Reperîn
-Kongreya opozîsyona Iraqî û rûxana rejîma berê
-Şerê DAIŞê
-Beşdariya kurdan di ıraqa nû de
-Serdana [min] bo Amerîkayê
-Serdana [min] bo Bexdayê
-Biryara pêkanîna referandumê
-Helwêstû guvaşên navdewletî
-Civîna li Sihêlanê
-Gel dengê xwe da
-Reaksiyona hikûmeta Iraqê
-16ê Cotmehê
- Gotina dawiyê
Di her beşa kitêbê de Barzanî ligel şîrove û zanyariyan cih daye gelek bîranîn û serboriyên xwe. Êrîşên rêxistina terorîst a Dewleta Îslamî (DAIŞ), serdana xwe ya bo Bexdayê û Amerîkayê, qonaxa amadekariyên Referandûma Serbixwebûna Herêma Kurdistanê, ketina Kerkûkê û şerê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li Pirdê û Sihêleyê li gel artêşa Iraqê û milîsên şîemezheb (Heşdî Şabî) ê ser bi Îranê jî raberî xwînerên xwe kiriye.
Di nezera min de cihê herî serincrakêş ê “Bo Mêjû”yê peyamên Mesûd Barzanî û Balyozê Giştî yê Amerîkayê li Bexdayê, Douglass Silliman in. Piştî dagirkerkeriya Kerkûk û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di êvara 16ê Cotmehê de Douglass Siliman bi rêya Nûnerê Fermangeha Derve yê Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Hûseyîn nameyekê ji Barzanî rê dişine û tê de dibêje; “Dinya hat guhertin. Îro ne duhê ye û divê hûn pêdaçûnê di siyaseta xwe de bikin.”
Herwiha piştî Şerê Pirdê roja 20.10.2020an û Şerê Sihêla û Mehmûdiyê 26.10.2020an vekişîna û şikestina artêşa Iraqê, milîsên Hizbullaha Lubnanê û milîsên Heşdî Şabî, Barzanî bi rêya Dr. Fûd Hûsên ji Balyozê Amerîkî Douglass Sillimanî re vê peyamê dişine: “Îro ne wekî duhê ye û sibe jî dê ne wekî îro be.”
Roleke berbiçav û karîger a Mesûd Barzanî li ser 50 salên dawî yên siyaseta kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û xisûsî li Herêma Kurdistanê heye. Kitêba wî ji aliyê hecim û qebarayê biçûk e lê di kitêbê de gelek zanyarî derbarê sedeya dawî ya Herêma Kurdistanê de hene û her ferdê arezûya wî li ser xwendin û zanîna dîrok û rûdanên mejûyî yên Kurdistanê hebe dikare Bo Mêjûyê bixwîne û mifayeke baş jê werbigire.
Mehmed Salih Bedirxan