Danasîna pirtûkan: Neteweyên Kêmîne 

ORTADOĞU NEWS - 

Armanca serekî ya vê xebata girîng û biwext ew e rêç û rêkarên nû pêşkêş bike wisa ku neteweyên kêmîne bikarin pê bixebitin ji bo azadkirin û bidestxistina selahîyetan di nav federasyonên ku ew tê de ligel neteweyên din dijîn û bi wan re di nav şirîkatîyên cuda de ne. 

Gagnon van federasyonan wekî “federasyonên pirneteweyî” bi nav dike û hewl dide vê têgehê wekî cureyeke cuda û taybet ya federasyonê binecih bike. Pêşnîyara wî ew e ku cemawerê neteweyên kêmîne divê fikra du rêçên nû yên hev-temamker bikin ber bi federalîya pirneteweyî ve.

 Rêça ewil, divê ew ji bo rizgarî û azadbûna neteweyî bixebitin –bi şiklê bikaranîna mafê çarenûsî di nav federasyonê de– bi rengê veguhertina federasyonê li ser bingehê muzakereyan wisa ku federasyon rê bide rizgarîya neteweyî û rêxweşker be ji bo binecihbûna wê. 

Rêça duyê, divê ew di nava neteweya kêmîne de ji bo desthiltdarkirina neteweya xwe bixebitin bi rêya bikaranîna hêz û selahîyetên xwe yên çarenûsî û bi awayên nû yên beşdarîya sivîl û çandî di jîyana cemawerî ya neteweya xwe de.

--

Çavkanî û wêne: Weşanxaneya Lîsê

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.