Dêra Saint Thomasî ya li Gewaşê bûye kavil û axurê heywanan


ORTADOĞU NEWS - 

Dêra *Saint Thomasî (Saint Thomas Church) li ser navê peyrewê Hezretî Îsa Ezîz Thomasî û hezkiriyên Ezîz Thomasî bi armanca parastina kelûpelên Ezîz Thomasî di sedeya 11an de tê avakirin. 

Dêr li ser Çiyayê Beleko ko bilindahiya wî 2000 metre ye, li rojavayê navçeya Gewaşa Wanê hatiye lêkirin. Dêr 39 kîlometre dûrî Gewaşê û 80 kîlometre jî dûrî Wanê ye. Rojhilatê dêrê li Behra Wanê dinêre. 

Dêr di sedeya 16an de ji aliyê Keşîş Kirakosî ve weke 3 tebeqe hatiye dîzaynkirin û ji dêrê re dîwaneke hatiye çêkirin. 

Li ser destê Ezîz Korkosî dêr dibe yek ji dêrên mezin ê mesîhiyan û milletê ermenî li Wanê û heta sedeya 18an weke navendeke dînî tê bikaranîn. Dêra Saint Thomasî ko yek ji navendên muhîm ê serdema navîn bû îro kavileke li ser çiya û li nava daristanekê. 

Piştî sedeya 18an dêr rastî êrîşan tê dibe û dihête kavilkirin.  Tebeqeyeke dêrê û dîwana mezin a dêrê, kîtabeya dêrê di wê serdemê de têne rûxandin. 

Ji ber nebûna parêzvanek rûxandin û kavilkirina dêrê berdewam dike. Niha jî gencîneger bi awayekî neyasayî dorûbera dêrê, dîwana dêrê, hundirê dêrê hemû kolane û gelek kevirên dêrê şikenandine. 

Herwiha şivan û gavanên herêmê keriyên pezên xwe û garanên xwe li nava Dêra Saint Thomasî bi cî dikin.

*Saint: Ezîz

---

Nûçe: Mehmed Salih Bedirxan - msbedirxan@gmail.com 

Edîtor: Murat Bayram

Anahtar Kelimeler:
Saint ThomasDêr
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.