banner22

Hêja Netirk: Gava hatim Almanyayê baskên min şikestin

ORTADOGU NEWS - 

Hêja Netirk bi xwe hûnermendek e ku ji ber karên xwe yên kurdî li Tirkiyeyê di girtîgehê de maye. Piştî 5 sal dî jî cezayê girtinê jê re hatî qebûlkirin çûye Almanyayê û li wê derê jî jiyana wê ya penaberîyê dest pê kiriye.  

Me çîroka Hêjayê û klîba wê jê pirsî, wê ji Ortadogu Newsê re bersiv dan. 

Min dixwest bifirim

Vîdeo: Klîba "belkî"yê ya Hêja Netirkê

“Li Tirkiyê pênc sal cezayê girtinê ji min re hat dayin lê min bi tu awayî ew ceza heq nekiribû. Wan dixwest min têxin di qefesekê(rik) de, lê min jî dixwest ez bifirim. Min jî berê xwe da derveyî welêt. Wehasil ez bi ser Amerîkaya Latînê re bi balafirê hatim Almanyayê. 

“Di balafirgehê de girî diket qirika min, min dixwest ez bigirîm lê divîya ez negirîyama. Min nikarîbû xwe zeîf bidaya nîşandan.  

Kerem bike, min desteser bike

Dema çêkirina klîbê

“Qaşo ez derketim da ku bifirim.  Lê gava ez giham Balafirgeha Dusseldurfê ya Almanyayê (hema bêje) baskên min şikestin. Ez nêzîkî polîsê sînorparêz bûm. Min jê re got ‘ez dixwazim îltica bikim, kerem bikin hûn dikarin min desteser bikin.’

“Binêrin ez di kêliya ewil de ji xwe dûr ketim. Heta hingê min digot ‘min heq nekiriye bême girtin.’ Hingê min got kerem bikin…

“Piştî wê gotinê penaberbûna min dest pê kir.  

Beden û nasnameya tazî

“Dema ez li Tirkiyeyê di girtîgehê de bûm, min dît ku dema lêgerana li ser laşî ya girtîyên sîyasî dihat kirin ew nedihatin tazî kirin. Ango, piştî ew qas berxwedan û bedeldayinan rewş li girtîgehan hatibû guhertin, dewletê newêrîbû daxwaza vî tiştî ji me bikira.  

“Û roja ku ez hatîm Almanyayê, bi wî şêweyê nemirovane hemî cilikên min ji min kirin… Ji ber wê, demeke dirêj min xwe tewanbar dikir. Min digot te ji bo çi li ber xwe neda. Lê dûre min fêm kir ku ya sûcdar ne ez im ew in. Niha ez xwe efû dikim lê ez ê polîsên Almanyayê ti caran efû nekim ku wan ez tazî kiribûm.”

“Tiştên du sal berê hatin serê min, berdewama êşa gelê me ye. Ez ne ya ewil û ne ya dawî me ku şiddet lê tê kirin û sedem jî kurdbûn û azadîxwestin e. Lewma min dîmenên kurdistanê tevlî çîroka xwe kir.”

Kûnyeya klîbê

Stran

Muzîk : Hêja 

Gotin : Roşeng Rojbir 

Mix & Masering: Cansun Küçüktürk 

Bas gitar / Elektro Gitar / Keyborad / Shaker / Cansun Küçüktürk

Dûdûk : Gürkan Çakmak 

Back Vokal / Dilek: Hêja 

Back Vokal : Cansun Küçüktürk 

Video

Derhêner: Hêja Netirk

Kamera: Rodi Güven Yalçınkaya 

Pevxistin: Stefan Hickert

---

Hevpeyvîn: Murat Bayram

muratbayram@botaninternational.com

---

Belkî tu bixwazî van jî bixwînî:

Leyla Arisoy: Modeya kurdan: Zerafet, xwe nîşandan û pirrengî

Dilan Yeşilyaprak: Rîtîm bêqîmet bû lê ez ji bo hînbûna wê çûm Misrê

Semîha Yildiz: "Çêdibe ku ji bo yek deqîqeya anîmasyonê 5 mehan, rojê 10 saetan kar bikî"

Berfîn Ayşe Ogut: “Di pirtûkên çawalêhato yên zarokan de kuştin, xwîn û tecawiz hene”

Gulsuma Demir: Merheba Kurdish Lessons! Ez dixwazim bi yarê xwe yê kurd re bi Kurdîyê biaxivim

Anahtar Kelimeler:
Hêja Netirk
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.