ORTADOGU NEWS -
Heta dawîya Berfanbarê di bin sernavên "Girava Wergerê" û "Bîra Hevpar" de xebatên kargehê dê pêk werin ku ya yekemîn jî bi rêveberîya Samî Hêzil dê kargeha wergerê be.
Hin mijarên kargehê; Wergernasî, Teoriyên Wergerê, Model û Stratejiyên Wergerê, Wergera Wêjeyê, Rola Wergerê Di Wêjeyê De û Wergerên Kurdiya Kurmancî ye.
Kargeh dê di 14'ê Mijdarê de dest pê bike û hefteyê rojekê, roja Şemîyê di navbera saet 14:00 û 15:00’an de li ser Zoomê wek çar rûniştin dê bê lidarxistin.
Hûn dikarin heta 12'ê Mijdarê bi tijîkirina forma serîlêdanê ya li ser malpera www.lisyayinevi.com beşdar bibin.