banner22

Kitêba “Erdnîgarîya Kurdistanê – I: AGIRΔ derket

ORTADOGU NEWS - 

Di kitêbê de, navên mezre, gund û navçeyên Agirî yên Tirkî û Kurdî; çem, gol, çîya, deşt, 

zozan û hwd. yên Agirîyê, nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Agirîyê; hejmara nifûsa navend, 

navçe, gund û mezreyên Agirîyê; wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê.

Erdnîgarîya Kurdistanê ku bi dewlemendîya xwe ya pirhêl ve tê zanîn, hê bi qasî heq dike 

nebûye mijara xebatên ilmî. Bi taybetî jî bi Kurdî hema bibêje xebat nehatine kirin. Loma jî 

navên gelek navçe, gund, çem, çîya, gol, gir, zozan û hwd. yên bi Kurdî êdî hêdî hêdî têne 

jibîrkirin...

Xebata xwe ya ji çaryek sedsalê bêhtir

Mamoste Abdurrahman Önen, di encama xebata xwe ya ji çaryek sedsalê bêhtir de, der heqê 

erdnîgarîya Kurdan de gelek agahîyên hêja berhev kirîye. Demeke dirêj e ew, herêm bi hêrêm 

li bajar, navçe, gund û mezreyan digere, der heq cihê ku diçîyê de, kite bi kite nav û agahîyên 

der barê erdnîgarîyê de bi dest dixe û qeyd dike...

Nexşeyên hemû bajar, navçe û herêmên muhîm

Mamoste Önen, hetanî niha der barê erdnîgarîya gelek bajarên Kurdan de bi têra xwe agahî 

dane hev. Wî ne tenê navên Kurdî yên cih û waran kom kirine, di heman demê de nexşeyên 

hemû bajar, navçe û herêmên muhîm derxistine. Tiştê ku xebata mamoste bi qîmettir dike jî 

ev e. Ev berhema ku pirtûka yekem a rêzepirtûkên Erdnîgarîya Kurdistanê ye, parçeyek ji vê 

xebatê ye.

Bajarê Agirîyê i hêla erdnîgarîyê ve cihek zaf dewlemend û berfireh e. Çîyayên Agirî, 

Tendûrek, Sîpan, Eledax, Kosedax, Çemê Mûradê û gelek cihên din... 

Wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê.

Di vê xebata erdnîgarîya Agirîyê de ev hene:    
1-Navên mezre, gund û navçeyên Agirîyê yên 

Tirkî û Kurdî. 2- Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Agirîyê. 3- Nexşeyên fîzîkî yên 

erdnîgarîya Agirîyê. 4- Hejmara nifûsa navend, navçe, gund û mezreyên Agirîyê. 5- Wêneyên erdnîgarî û gelek cihên Agirîyê.

Der barê Abdurrahman Önen 

Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Di 24.02.1956an de hatîyê dinê. Dibistana 

seretayî û navendî li Dêrîkê, ya amadeyî (lîse) li Mêrdînê û zanîngeh li Stenbolê xwendîyê. 

(Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnîgarîyê)

Piştî xwendina dibistana amadeyîyê sê salan li Dêrîkê cotkarî kirîye. Di sala 1976an de li 

Stenbolê bi cî bûye, ji sala 1976an heta 1980yî xwendina zanîngehê û karê tekstîlê bi hev re

meşandîye. Di payîza sala 1980yî de, li Midyadê (navçeya Mêrdînê) dest bi mamostetîya 

erdnîgarîyê kirîye. Piştî deh mehan, ji ber hin sedemên sîyasî dev ji mamostetîyê berdaye.

Di sala 1984an de, car din li mamostetîyê vegerîyaye. Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek 

dibistanan mamostetîya erdnîgarîyê kirîye û di sala 2008an de malnişîn (teqawît) bûye.

Çend salan mamostetîya dersa Kurmancî û dersa kompîturê jî kirîye. Di destpêka salên 1990î 

de, hewldaneke mamosteyên Kurd a ji bo birêxistinbûnê dest pê kirîye. Mamosteyên ku 

xwestine di nav mamosteyên Kurd de xwendin û nivîsandina bi Kurdî geş bikin, ev armanc 

danîne ber xwe: 

Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.

Wergera pirtûkên dersan ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latînî.

Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.

Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.

Di vê çarçoveyê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wekî 

mamosteyekî Kurd Karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.

Di encama van xebatan de, di sala 2008an de pirtûka wî ya bi navê     
Ferhenga Erdnîgarîyê 

hatîye weşandin.

Ji sala 2013an ve gera xwe ya li Kurdistanê didomîne. Ji xeynî vê pirtûkê, pirtûkên wî yên li 

ser erdnîgarîya Wan, Bedlîs, Çewlîg, Mêrdîn û Amedê jî ji bo çapê amade ne.

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.