Kovara modeyê, Kubar derketiye

ORTADOĞU NEWS - 

Ayşenûr Ozel û Leyla Arısoy edîtoriya kovarê dikin, herweha Ayşenûr Ozel, Bawer Marûfî,  Bîrhat Kûrt jî ji bo kovarê wergêrîyê dikin. 

Hûn dikarin bi rêya vê dûvelankê kovarê bibînin.


Edîtorên kovarê di pêşgotinê de behsa jimara 3. kirine


“Hemî cîhan ji ber nexweşiya koronayê di nav xetereyê de ye. Mixabin koronayê bandoreke mezin li ser jiyana her kesî kir. Her wiha di warê modeyê de jî. Defîle û gala hatin betalkirin, markeyên modeyê ji ber rewşa koronayê berê xwe dan maskeyan, gelek çalakiyên modeyê hatin paşxistin, hin markeyên ku berhemên makyajê çêdikin heta demekê karê xwe dan sekinandin.

"Ji xeynî vê konser û çalakiyên bi vî rengî jî bi temamî hatin betalkirin. Tiştekî wisa hat serê cîhanê ku her tişt sekinî û belkî mirovan fêhm kirine li vê dinê ji xeynî saxlamiya mirov tu tişt ne grîng e. Em dikarin bibêjin ji bo me hemiyan demeke gelekî dijwar û zehmet bû lê ji alîyekî jî ji bo mirov bi tiştên kêrhatî û baş mijûl bibe demeke xweş bû. Li malê ji bo hin tiştên mirov xwe bi pêş bixe dema me zêde bû. Gelek cihên wekî market û kincfiroş jî vebûn. Aniha her kes dikare derkeve derve lê jiyan bi temamî asayî nebûye ji bo me.

"Divê em xwe ji vê nexweşiyê biparêzin û li xwe miqate bin. 

"Me jî di vê serdema koronayê de ji bo we mijarên cûrbicûr û rengûreng anîn ba hev. Hêviya me ev e ku hûn ji vê hejmara me hez bikin û biecibînin. Va ye hejmara nû ya Kubarê bi mijarên xwe yên cuda li ber destê we ye.

Anahtar Kelimeler:
KubarKovarMode
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.