‘Ûstadê Mezin’  50 sal in, wêneyan digire

ORTADOGU NEWS - 


Wênekêşê navnetewî Mehmet Masum Suerê ku 50 sal berê di zarokatiya xwe de dest bi wênekêşiyê kir dixwest ku îsal salvegerê bi hindek pêşangeh û çalakî pîroz bike. 
Lê ji ber nexweşiya Covid19ê vê xwesteka wî bi cîh ne hat. Suer dibêje ku, “Ev demek dirêj bû ku min pêşangeh wenekiri bû. Min ev pêşangeh û hindek çalakiyên xwe yên din ji bû vê salê hişti bû. Belê pêvajoya nexweşiya Covid’ê mixabin ne hişt. Ger rewş normal bibe û ez karibim ez ê van çalakiyên bi cîh biînim.”


Wênekêşê ku yekemîn wêneyê xwe di nav malbata xwe de di sala 1970 de dema ku zarokekî 13 salî bû kişand, di sala 1974’an de wêneyên wî di 2 kowarên hunerî de hatin weşandin. 
Suer, di sala 1976’an de di rojnameyek ku li Istanbûlê dihat weşandin dest bi rojnamevaniyê kir. Di navberâ 1976 û 1992’yan de di hindek rojname û ajansên nûçeyan yên Tirkiyê de weke nûçegîhan, nûner û redaktor kar kir û wêne jî kişand.


Wênekêşê ku li Diyarbekir’ê dijî û ev 10 salên dawî bi awayekî hunerî wêneyan dikişîne û giraniya xebatên xwe di qada navnetewî de berdewam dike, di sala 2017’yan de ji aliyê Federasyona Hunera Wênekeşiyê ya Cîhanê FIAP’e ve weke ‘hunermend’ hate nas kirin û bi paşnava AFIAP’e û di sala 2018’yan de jî bi paşnava EFIAP (Hunermendê Bêkêmasî) ve hatibû xelat kirin. 


21 saziyên wênekêşiyê yên navnetewî, ji welatên weke Emerîka, Kenada, Romanya, Hindistan, Bengladeş, Singapûr û Misir’e, hunermend Suer weke ‘Endamên xwe yê Rûmetê’ (Honorary Membership) nas kirin û xelat kirin. 4 saziyan jî Suer, heta dawiya jiyana xwe wî weke endamên xwe yê Rûmetê (Honorary Life Member) pejirandin. 

Paşnava Suer ya herî mezin jî di destpêka vê mehê de ji Hindistan’e hat. Kuluba bi navê Green Go, nasnavê herî mezin yê di hunerê wênekêşiyê de ya ‘Ûsdadê Mezin’ (Grand Master) da hunermend Suer. Gelek medelya û xelatên Suer he ne û wêneyên wî di gelek pêşangehên navnetewî de tên pêşandin û di katalogan de cih digire. Suer’ê ku endamê Komeleya Wênekêşiyê ya Emerika PSA’yê jî di heman demê de Dîrektorê Turkîye yê Komeleya Phoenix’ê ya li Bengladeş’ê ye.

Anahtar Kelimeler:
Mehmet Masum SuerWênegir
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.