“Êzidîyên Diyarbekirê zarokên xwe vaftîz dikirin”

ORTADOGU NEWS - 

Pispora dîroka hûnerê Doç. Dr. Bîrgul Açikyildizê dîyar kiriye ku Êzidîyên Diyarbekirê jî zarokên xwe vaftîz dikirin û ew rêûrism wek “mor kirin” bi nav dikirin. 

“Li gor bawerîya Êzidîyatîyê ku kesek bibe Êzidî divê hem dê hem jî bavê wan Êzidî bin. Bi zewaca endogamîyê her kes li gor çîna xwe dizewicîn. 

“Ji bilî vê mecbûrîya zewicandinê, ji bo kesek wek Êzidî bihata qebûlkirin divîya ji bûnê heta mirinê beşdarî gelek rêûrisman bibûna. Piranîya rêûrisman hema piştî çêbûna zarokan dihatin kirin.

Bira û xuşkên axretî

“ Zarokekê kur piştî çêbû pora wan tê jêkirin (biska porê), tên sinetkirin û zarokên keç û kur tev tên vaftîzkirin (mor kirin) û bira an jî xuşka axretî jê re tê hilbijartin. Mirin temsîla temambûna vê jiyanê û destpêka jiyaneka nû ye.

“Birîna biska porê jî wek vaftîzekê ye û bi tenê pora kuran tê birîn. Heta rêûrisma biskaporê nehata kirin pora zarokê kur nedihat birîn. Berê piştî temambûna çilikan pora zarokan dihat birîn lê îro Êzidî di şeş mehî an jî yek salîyê de biskê porê dibirin. 

“Ji bo jê re bibe rêber ji bo her zarokekê kur du axretî ye mêr dihatin hilbijartin. Kesek ji malbata pîrî yek jî ji malbata şêxî. Axretîyên keçan jî keçên ji malbata şêx û pîran ji dikaribin bên hilbijartin. 

“Axretîyan biskê kuran ê li ser enîya wan dibirî bi vî awayî rêûrisma biskan dest pê dikir. Piştî rêûrismê malbata zarokî biskê wî diveşart. Ji bilî wan heke şêx an jî pîran jî xwestiba wan jî dikarî hilîne. Paşê malbata zarokî dîyarî didan malbata axretîyan.”

Wergêr: Murat Bayram

Anahtar Kelimeler:
Êzidîtî
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.