Amed Çeko Jiyan: Ji bo Kurdîyê, şirketên mezin ji dewletan wêrektir in

ORTADOĞU NEWS - 

Amed Çeko Jiyan herweha çêkerê klavyeya kurdî ji bo kompîterên Macbook e, wî diyar kir ku perspektîfa şirketên mezin ji bo Kurdîyê guherîye û ji dewletan wêrektir in.

Bêguman biryar li gor berjewendiyan in

“Em dizanin ku Microsoftê berê ti xizmeteke bi kurmancî nedida. Li gel ku Microsoftê pergala Windowsê bi soranî çêkir û belav kir, tiştekî wisa ji bo kurmancî nekir. 

“Xuya ye piştî ku Google û Facebookê li gel soranî bi kurmancî jî xizmeta wergerandinê da, Microsoftê biryara xwe guhert û dest bi xizmeta wergerandina kurmancî kir. Ev gaveke gelekî girîng e. 

“Ez bawer dikim ev ê rê li gelek pêşketinên din veke.

Wergera mekîneyan

Bi raya min, ji ber ku êdî “hene ji qumaşê re xerîdar” Microsoftê dest bi xizmeta wergerandina kurmancî jî kir. Bêguman hemû şirket wekî hemû dewletan biryarên xwe li gorî berjewendiyên xwe didin. 

“Lê wekî xuya dibe, şirket ji dewletan wêrektir in.

Niha di bazara înternetê de stêrka wergera makîneyî ku bi înglîzî dibêjinê “Machine Translation” geş dibe. Niha mezintirîn wergera makîneyî ya Googleê ye ku xizmeta wergerandinê difiroşe Twitterê û gelekên din.

Beşek bi dildarîyê ye

Ev şirketên navborî karê xwe yê li ser kurdî bi perê xwe bi şirketên wergerandinê yên navneteweyî didin kirin.

Lê Google ku yek ji şirketên herî mezin e, li gel ku beşeke vî karî bi perê xwe dide kirin, beşeke din bi dildaran dide kirin.

Dildarên kurdî jî di bin navê Crowdsource Kurdish (Kurmanji) de civiyane. Wergerandina makîneyî di serî de di asta zarokekî hê nû fêrî axaftinê dibe de bû lê bi saya vê komê roj bi roj çêtirî kurdî fêr dibe û kalîteya wergerandina ji kurdî û li kurdî bilindtir dibe. 

Amazon jî xwe amade dike

Facebookê berê vê xizmetê ji Binga Microsoftê dikirî lê paşê wê jî makîneya xwe ya wergerandinê çêkir û kurmancî û soranî jî di nav de ne. Niha Amazona ku firoşkara herî mezin ya dinyayê ye, ji bo heman karî, ku kurmancî û soranî jî di nav de ne, zend û bend badane.

Ev pêşketin û gelek pêşketinên din ku dê di salên pêş de haya raya giştî ji wan çêbe nîşaneyên hindê ne ku stêrka kurdî bi taybetî ya kurmancî sal bi sal geştir dibe û her ku em kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û girîngiyê bidin zimanê xwe, ev şirketên navneteweyî jî dê girîngiyê bidin zimanê me.

--

Wêneyê manşetê: Yusri Atli

Hevpeyvîn: Murat Bayram

muratbayram@botaninternational.com

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.