Îbrahîm Xelîl Baran: Ez bi çêkirina bergê kitêban fikran diafirînim

ORTADOGU NEWS -

Şair. Nivîskar. Cotkar. Sirgûn. Serokê giştî yê PAKURDê.” Îbrahîm Xelîl Baran li ser bioya xwe ya Twitterê, xwe wisa bi nav kiriye. Me ev hemû unwanên wî dan aliyekî û aliyekî wî yê din, aliyekî wî yê herî kêmzan kir mijara vê hevpeyvînê: Bergsaziya Kitêban. Baran qala çîroka xwe ya bergsaziyê, bergsaziya weşanxaneyên kurdan û yên dinyayê kir.

Îro roj gava mirov behsa Îbrahîm Xelîl Baran bike, mihtemelen aliyê wî yê herî dawî bê bîra mirovî, bergsaziya kitêban e. Lê em dizanin ku bi salan e tu vî karî dikî û di serî de Nûbihar, te bergên kitêbên gelek weşanxaneyan çêkirine. Te kengî dest pê kir û heta îro di qonaxeke çawa re derbas bû serpêhatiya te ya bergsaziyê?

Karê min ê profesyonelî ne bergsazî ye; lê afirandina fikrê tiştan, çêkirin û pêşdabirina wan e. Dîzayna grafîkê jî beşek ji vî karî; lê ji ber ku dawiya karê ku ez dikim e zêdetir tê xuya. Dema berga kitêbekê çêdikim ne ku bes bergekê dîzayn dikim; ez li ser fikra kitêbê disekinim û dixwazim wek tişt, kalîteya wê zêde bikim. Eva tişta, di karên min ên din da jî werga ye. Di deh saliya xwe de min fanzînek derdixist û ji bo amadekirina wê gelek dixebitîm. Ji bo vê jî min bi sedan kitêb, rojname û kovar dadianîn ber xwe û li ser dîzaynên wan disekinîm. Stîlên yaziyan, rengên wan, mezinî û hûriyên herfan, valahiya li dorê pelgan, qalindî û ziraviya çarçoveyan, valahiya di navbera rêzikan da û hwd. Jixwe wexta min zêdetir li kitêbxaneya Sirûcê derbas dibû. Piştî wê li cem kitêbfiroşekî xebitîm û min wek obje kitêb nas kirin. Ferqa kaxetan, di firotinê da bandora bergan hebû. Pişt ra di çapxaneyaka rojnameya mehellî da û di derxistina çend kovaran da xebitîm. Ji bo dersên kalîgrafiyê çûm ba tabelaciyekî û min li wir him reng nas kirin û him jî estetîka herfan; û fêrî bicîhkirina wan a li ser tabloyekê bûm. Min bi mirekkebê şeklên hûnerî çêdikirin, li ser xetta erebî û hîndî û latînî dixebitîm. Dema zanîngehê me kovareka edebî derdixist; û ajansa ku karê me çêdikir estetîka ku min ji wan dixwast nikanibûn çêkirina. Her hêjmara bo min şikestina miradekê bû. Min jî li ser vê dest bi karê grafîkê kir. Min kovarek dîzayn kir û wê demê xelata dîzaynê stand. Bi ser da dîzayna webê, çêkirina logoyan, dîzaynkirina markayan û dîzayna endûstriyel. 2003yan de bûm dîrektorê hûnerî ê weşanxaneyekê. Lê min dît ku bergên kitêbên kurdî gelek xerab in. Piştî wê jî min dest bi karê wan kir. Heta niha ji 600î zêdetir min bergên kitêban çêkirine.

-Tu bergeke kitêban çawa û li gor çi amade dikî? Tu wê kitêbê dixwînî yan brîfîng ji te re tê û li gor wê amade dikî?

A rast ew e ku em li hemî dosyayê binêrin lê weşanxaneyên kurdan di vê meseleyê de serê min diêşînin. Li şûna dosyayê gelek caran nivîsa berga paşiyê şandine û gotine ka ji me re bergekê çêbike. Qet ji bîr nakim; min li gorî navê kitêbê bergek çêkir ku behsa mêrekî dike, berg çû hat gotin ew mêr pir ciwan e piçekî kal bike, min jî hinekî kesekî kal da ser, careka din çû û hat ku di kitêbêda behsa kesekî dike lê ew ne mêr e jin e. Mesele ne tenê profesyoneliya dîzayner e, mesele weşanxane ye û weşanxaneyên kurdan jî maşella wekî dijminan li min dinihêrin.

-Min ji şahidekî (ku naxwaze navê wî bê eşkerekirin) bihîstiye ku Îbrahîm Xelîl Baran di karê xwe yê bergsaziyê de pir bi hêdî ye û bi bêhna fireh bergan çêdike. Ev rast e gelo, te go çi?

Belê rast e. Ez ê ji ber derdê weşanxaneyên kurdan dîn bibim lê xwediyê weşanxaneyan jî wê ji ber destê min bi çolê bikevin. Êdî çêdikim ji ber ku ne wek karekî teknîk, ez wek hûnerekê lê dinihêrim. Lê weşanxane li gorî teqwîmekê dixebitin û îro nav û ebadên kitêbê dişînin û dibêjin bila berg jî siba amade be. Ne mimkûn e. Ez ne kesekî cangiran im lê ez xwediyê hunereka giran im. Mesele ev e.

-Kesên wekî min ne pisporên bergên kitêban dê çawa bizanin ka bergek baş e yan xirab e, formûleke vê heye gelo?

Na formûl tune. Te ecibandiye ecibandiye. Lê em li kalîteya grafîkê, bicîhkirina navê kitêbê û niviskarê wê, reng, şekl û wêneyê li ser bergê dinêrin. Dema kitêbek di refê da be gelo ewê di nav hezar kitêbî da ji kesê ku dixwaze wê kitêbê bixwîne re bibêje were were an na? Meseleya muhîm ev e.

-Diyarkirina bergan wek karekî navbera edîtor û bergsazî xuya dibe. Di rewşeke wisa de neheqî li nivîskarê kitêbê nabe, yan ev ne karê nivîskaran e?

Şertekî min ê ku min li weşanxaneyê ferz kirî jî ew e. Naxwazim bi nivîskêr re muxatab bibim. Ji ber ku ez jî nivîskar im û halê ruhê wan dizanim. Kesekî saxlem û biaqil tune. Tu yê bêjî qey kitêba di dinyayê da a herî girîng wan nivîsandiye. Dema dinivisînin bi metna xwe ra têkiliyeka hîssî datînin û nikarin ji wê derkevin. Ji ber wê jî dema tu wan jî daxîlî prosesa çêkirina bergê dikî de here xwe jê xelas bike. Ji ber wê naxwazim di wan deman da nivîskêr bibînim. Dişînim û dibêjim ew berg temam e. Ne zêde ne jî kêm. Bes hebe heger xetayên maddî diguhêrim. Wekî din jî qet.

-Bûme şahid ku hin xwendevanan hin kitêb ji bo bergên wan kirîne. Hin xwendevan jî hene dibêjin ji bo min ya herî mihîm metn e. Ne wek bergsazekî lê wek xwendevanekî, ji bo te çi mihîm e gava ku kitêbekê dikirî?

Kitêbên ez jê hez dikim xwediyê bergên sade ne; bo min a muhîm metn e. Lê kitêb êdî metayeke bo firotinê. Bergsazî jî li ser vê meseleyê disekine. Yê min ez li ser mijaran dixwînim; ji ber wê jî li bergê nanêrim. Naçim li kitêbxaneyan nagerim û kitêban jî bi bergên wan keşf nakim.

-Em vêga werin ser meseleya bergên te yên favorî. Heger tu di nav bergên xwe de, di nav yên kurdî de, di nav yên dinyayê de bergekê bineqînî, ev bi dorê dê kîjan bin? Çima.

Pirseka zor e lê ez bergên min ji bo kitêbên kurdî çekirine naecibînim. Ji ber ku meseleyeka me ya teknîkî heye. Min gelek tiştên xweşik çêkirine lê ji ber ku hê asta zewqa weşanxane û xwendeyên me yên kurdî negehiştine wê, me ji wan tu çap nekirine. Di vî warî da weşanxaneyên me hê wekî pitikan dixûşin û divê em asasên dîzayna kurdî deynin; ji bo vê jî zeman lazim e. Ji ber vê jî bersivê nikarim bidim. Lê min ji bo Zanîngeha Leiden a Hollendî, seriyeka kitêbên ji edebiyata Farsî çêkiribûn nêzî deh salan berê. 7-8 kitêb bûn. Dikarim bibêjim ku ew gelek ciwan bûn. Wek grafîk û wek zincîr gelek xweşiya min hatiye û dilê min bo wan rehet in.

Lê bo min kitêb û berga favorî Camera Lucida ya Roland Barthes e. Li dinyayê çiqas çapê wê hene hemiyan diecibînim.

-Tu rewşa bergsaziya kitêbên kurdî yên weşanxaneyên bakuriyan çawa dibînî? Bi dilê te ye?

Di vê mijarê da Avesta gelek pêşketî ye û kalîteyek daniye ji bo bergên kitêbên kurdî; her çiqas bandora weşanxaneya Penguenê jî li ser hebe. Nûbiharê di destpêkê da bi teqlîda bergên Weşanxaneya Canê a tirkan dest bi bergan kiriye lê êdî her du jî meriv dikare bibêje ku bi serê xwe ne di vî warî da. Di nav bergsazên kurdan da karên Naci Fırat, Genco Demirer û Şener Özmen; di nav bergsazên tirkan de karên Utku Lomlu û Geray Gençer gelek diecibînim.

-Tu niha li başûrê Kurdistanê dimînî. Heger tu bergsaziya kitêbên kurdî yên bakurî û başûriyan bidî ber hev, çi ne cudahî, kêm û zêdehiyên wê?

Berî her tiştî tipografiya wan ji hev cihê ye. Yek bi alfabeya latînî ye, a din bi alfabeya aramî ye û hema bêje ew ferqeka gelek gelek mezin e. Ji ber ku hemî tiştên ku li ser bergê werin çêkirin diguherîne. Çawa ku weşangeriya tirkan li ser weşanxane û stîlên kitêbên bakur bandor çêkirine; başûr jî di bin tesîra kitêbên erebî û farisî da ye. Başûr jî di nav xwe de dibe du beş; behdînî û soran di warê bergan da jî ji hev cûda ne. Estetîka behdîniyan (tevlî soranên Hewlêrê) dişibe a Ereban lê a soranan an jî ekola Silêmaniyê zêdetir dewama estetîka Îranê ye. Berg, reng, kalîgrafî û her wekî din cildkirina kitêbên Silêmaniyê wekî ên Tehranê ne. Ji ber ku gelek kitêbên Soranî ji ber erzaniyê li Îranê tên çapkirin û ew jî bandorê li ser wan zêdedike.

-Bûyerên bergsaziyê yên li dinyayê dişopînî? Ew ber bi kû ve diçin û meyla wan li ser çi ye?

Piştî e-firotana kitêban qîmeta bergan zêde bibû lê piştî e-kitêb bi pêş dikevin êdî navê kitêban û navê nivîskarên wê ji bergê muhîmtir dibin. Ji ber ku kesên e-kitêban dikirin li bergê nanihêrin; zêdetir li ser tawsiye û li gorî mijaran kitêban dixwînin û di nav kitêbên elektronîk da lînk û bi hev da girêdanên kitêban bi awayekî din dimeşe.

-Kitêbek heye ku tu dibêjî xwezî min berga vê kitêbê çêbikira?

Na welle. Westiyam. Pir westiyam. Xwedê belaya kitêban bidê.

--

Hevpeyvîn: Înan Eroglu - inan.eroxlu@gmail.com

Wêne: Murat Bayram

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.