Colemêrg Collective: Em berhev dikin, qeyd dikin, nota dikin û dibêjin

ORTADOĞU NEWS - 

Colemêrg Collectîve dibêje ew li nik Ertoşîyan, stranên wan û li nik Pinyanişîyan stranên wan dibêjin. 

Em ne bi tenê dibêjin

“Em naxwazin li ser romantizma berê strana bêjin em dixwazin dengêt guhê me da bi hîs’ek nû derxin.  Em dixwazin stranên cihî qeyd bikin sibê kî kar bîne bila bizanît eve strana colêmergî taybet stranek kurdiye. 

“ Stranên em dixwinîn em notayên wê dinivisin çiroka wê peyda dikin qeyd dikin û arşîv dikin.  Karê me tenê stran xwendin nîne  em berhev dikin qeyd û nota dikin. Û pişt re arşîv dikin. 

“Vê arşîvê demek nêzîk de em ê li ser internetê vekin.

“Stranek me ya nû amede ye em ê wê parve bikin. Formek cuda em amede dikin. Em karek albumek 12 stranên colemergê dikin. Album karek zehmete têkili hewcene em ji bo têkiliyan amedene

Şolê me mûzîk e

"Em demek mêj da ye li Colemergê şol û emelê mûzîkê dikin. Diçin dawetan, derdikevine sahneyên cafeyan, carnan em li kolanan carna jî di studyoyan de ne. Lê li her derê karê me mûzîk e.   

“Em diçin dahwetên Ertuşîyan stranên Ertuşiyan, diçin yêt Pinyanşiyan yêt Pinyanişkî dixwînin. Ev tecrubeyek mezin e bo me.  Her tim sihbet û niqaşêt me ser vê hebû. Me digot divê em tiştekê bikin. 

“Rojekê em studyoyê runiştibun me go rabin em stranek colemergê qeyd bikin.  Şert û mercên amator me deng qeyd ki û klîbek jî kêşand me go bila nav jî bibe Kollektîfa Colemergê. Koma me wisa ava bû. Hejmera me ne diyar e. Zêdebûn kêmbûn  li gori stranê diguhure.  Nava me de berhevkar hene mamosteyên musîkê hene stranbej û dengbej hene orkestraye me amede ye. Forma rojava bigire heya forma rojhilatê . alternatifêt me zêde ne.”

Hevpeyvîn: Murat Bayram

muratbayram@botaninternational.com


 

Anahtar Kelimeler:
Colemêrg Collective
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.