Em li dijî DAIŞê hevkarên Pêşmerge û HSDyê ne

ORTADOĞU NEWS – 

Serbaz, Gabriela Thompsonê li ser hevkarîya digel kurdan, rewşa DAIŞê û pêvajoya piştî çûna DAIŞê axivî.

Thompsonê diyar kir “Pêşmerge û HSD ji bo şerê li dijî DAIŞê û parastina sivîlan bi wêrekî(cesaret) û fedakarîyê dixebitin, em qîmetekê bilind didin vê yekê.”

DAIŞ şikestî ye

Wêne: Orhan Qereman

Bêguman e ku DAIŞ şikestiye lê tine nebûye. DAIŞ êdî nikare operasyonên tevlihev bi rê ve bibe, lê herweha nikare li benda firsetên biçûk ên êrîşan jî bigire. 

Da ku DAIŞ dîsa li cihekê û li ser komekê nebe serdest em digel hêzên herêmî hevkarîyê dikin û dixebitîn.

Ji bo operasyonên “Astengkirina Terorê” me pişgirî daye. Hefteya borî me ji bo wan operasyonan 10 caran êrîşên hewayî pêk anine. 

Li Hewlêrê navenda şêwirmendan heye

Wêne: Orhan Qereman

Hevpeymanî digel 30 welatan li Kuweyt, Ûrdin, Suriye û Iraqê li dijî DAIŞê dixebite. Hevpeymanî hişê xwe dide hevkarîyê, xebata bi hev re, parvekirina îstixbaratê, çêkirina planan û dayina piştgirîya hewayî. 

Lijneya Şêwirmendîya Hevpar a Navneteweyî ya Hêzên Hevgirtî sala 2020ê li Hewlêrl û Bexdayê hatiye avakirin. Pisporên li vê derê ji bo têkbirina DAIŞê şîretan li rêberên Sûriye û Iraqê dikin. 

Hevpeymanî ji sala 2014ê ve li Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi Pêşmergeyan re û li Sûriyeyê re bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku piranîya endamên wê kurd in re kar dike. 

Pêşmerge û HSDyê ji bo şerê li dijî DAIŞê û parastina sivîlan bi wêrekî(cesaret) û fedakarîyê dixebitin, em qîmetekê bilind didin vê yekê. 

Jiyana piştî DAIŞê

Wêne: Orhan Qereman

Ji bo jiyaneka piştî DAIŞê, Hevpeymanîyê ji bo coyên avdana zevîyan, nûkirina nexweşxane û dibistanan zêdetirî 20 milyar dolaran fon daye.

--

Hevpeyvîn: Murat Bayram

muratbayram@botaninternational.com


 

Anahtar Kelimeler:
DAİŞPeşmergeHSD
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.