Fenomenên Twitterê dilê xwe li ser kovaran me vala kirine

ORTADOĞU NEWS - 

Edîtorê e-kovara PopKurdê behsa fikra “kultura populer” û fikra çêkirina kovreka wê kulturê ji Ortadogu Newsê re kir.

(Xwendina vê hevpeyvînê nêzîkî 3 deqîqeyan didome, heke tu vê dûvelankê bitikînî tê hemî jimarên PopKurdê bibînî

Kurd û kultura populer

"Meseleya kultura populer, mefhûmeke zor e bo Kurdan. Ev mefhum, hinekê jî bi çanda girseyî pêk tê çimkî. 

Bi meneya herî biçûk, populer ew tişt an ew kes e ku di civakê de tim qala wî/wê ye, hertim, li her deverê bi ber çavên meriv dikeve û însan raxbet dikine. 

Lê “pop”ên me kî ne, çi ne?

Esasen navekî zehf giran e: E-kovara Populer Kulturê…

Yên navsere dixwazin bêhn bikin kaxeza kovarê

Kêfa gêncan ji me re tê feqet kesên navsere ji me dilgiran in. Yanî ew meseleya “Ka çima ne çapkirî ye lê onlayn e?” 

Ew dibêjin; em dixwazin bêhna kaxezan bê me  ciwan van tiştan ji xwe re zêde nakin derd. Ya rast, onlayn bi her hawî li hesabê me tê.

Me naverokeke bêsînor daniye. Mîsal heta niha xortan li ser zewacê jî nivîsîne, rapbêjan qala muzîka xwe kirine. 

Fenomenên Twitterê dilê xwe li ser kovaran me vala kirine. 

Tabî ev nayê ser meneya ku em her tiştî diweşînin. Heta niha gelek tiştên ku hatine weşandin, lê ewqasî jî nehatine qebûlkirin bo weşanê. 

Hedefeke me ya pir pir mezin tune ye, heta ji me bê, em ê dewam bikin. Hejmara nû li ser rê ye.

Fikir çawa derket?

Fikra POPKURD’ê, li Enqerê, li kafeyeke ku qehweya wê “populer” e, çêbû. Tevî hevalên xwe Omer Bextiyar û Ridwan Xelîl(Ku di kovargeriya Kurdî de, qehremanekî bênav e) , me got em dikarin kovareke “kultura populer” hazir bikin. 

Min ev peyv xist nav neynûkê, çimkî “kultur” bi xwe qadeke berfireh e, “populer kultur” jî li ba me çiqas peyde dibe, nizanim. 

Kovara Şemamokê û Kovara Esmerê(Bi Tirkî) jî feyz dan me di vê meselê de.

--

Hevpeyvîn: Murat Bayram

muratbayram@botaninternational.com  

Anahtar Kelimeler:
PopkurdEkovarKurdî
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.