Fotomodêla navneteweyî, Xoxê: Li Geverê ji min re dibêjin “ay tu çi kirêt î!”

ORTADOĞU NEWS –

Xoxê diyar kir ku ji ber rûyê wê dişibe wan kesên Afro-melez, ew ji bo wan rolan tê tercîhkirin. Wê diyar kir ku malbata wê piştgira wê ye lê carinan li medyaya civakî êrîş lê tê kirin.

Fîstanên etnîk

Ji ber ku dîtina min hinekê ji civakê cida ye hevalên min wêneyên min digirtin. Rojekê marqeyeka fîstanên etnîk jî xwest wêneyên min bigire. Ew yekem karê min bû. Paşê keyfa wan ji modêlîya min re hat. Keyfa min jî ji wêneyên hûnerî re hat.

Delalîyeka xweser a kurdan heye

Ez ji Geverê me. Min li zanîngehê beşa îktîsatê temam kir. Min planek nebû ku bibim modêl paşê, min demekê dît ez li Stenbolê modêlîyê dikim. Di civata modêlên Tirkiyeyê de jimara kurdan gelek zêde ye.

Wênegirên Ewropî pirtir rûyên ji Rojhilata Navîn tercîh dikin. Delalîyeka xweser a kurdan heye. Xetên rûyê wan dîyar û li hev hatî ne. Ez ji ber ku dişibim Afro-melezan yên rengên kurdbûnê li ser wan heyî ji min pirtir têne tercîhkirin.

Wênegirên Tirk jî pirtir tercîh dikin bi modêlên Rûs re kar bikin.

Ev çi por e?

Dema ez diçim Geverê xelkê wê derê dibêjin. “Ay çi kirêt î, ev çi por e!

Li setê jî dema ez dibêjim ez Kurd im ti kes bawer nakin. Rojekî dema min ji bo Avonê modêlî dikir, lîstikvana bi navê Ezgi Mola jî hatibû. Hat rexa min û ji min pirsî:

“Tu Tirkî dizanî?”

Min got wê, belê.

Got “tu ji kû yî?” Min jê re got “ez ji Colemêrgê me.” Kenîya paşê ji yên derdora xwe pirsî û got “erê kê navê bajarê Colemêrgê hînî vê xanimê kiriye.” Paşê dît ku ez nakenim û min jê re got bi rastî jî ji Colemêrgê me.

Çanda lînçkirinê

Malbata min piştgiriya min dike.  Xelkê li derdora min jî piştgirên min in. Lê li medyaya civakî çanda lînckirinê heye. Dibêjin “tu xwe dikî meta.” Ya rastî nêrîna wan li ser metakirina jinan e, heke jinek çarikekê jî li xwe bike û her derên xwe bigire jî ew bixwazin wê jinê bikin meta dê welê bibînin.

Wêneyên min wêneyên modêlîya cil û bergên rojane û yên hûnerî ne.

Hin mêr ji min re dinivîsin, dema ez bersiva wan nadim bi ser nasnameyên min ên kurdbûn û jinbûnê de hewil didin min lîç bikin.

Dibêjin: “Ma tu şerm nakî? Tu kurdeka asîmîlebûyî yî? Ev çi kurdbûn e….”

Rêya gelek delalan tê girtin

Gelek keç û kurên delal ên kurd hene. Dikarin di dinyayê de nav bidin, bi nav û deng bibin. Lê navê modêlîyê ew qasê pîs û kirêt tê nîşandan ku ew nawêrin bibin modêl. Rêya wan tê girtin. Heta ku modêlî wek “laşfiroşîyê” tê nîşandan.

Halbûkî wêne û modêlî hûner in û divê em jê netirsin.

Qalip şikestine 

Van demên paşiyê qalibên delalîya modêlan şikestîye. Ev min gelek keyfxweş dike. Êdî heman qalibên dişibin hev nayên tercîhkirin. Marqeyên mezin li rûyên karakterîstîk ên cida digerin….

Hevpeyvîn: Murat Bayram

muratbayram@botaninternational.com

Rêzehevpeyvîn

Luqman Ahmed: "Du parêzer dê ji ber dizîna berhemên min dozê vekin"

Divê mirov li hemberî zarokên tecawiz lê hatî kirin çawa tevbigerin?

Semyanî Perîzade: Kurd im, jin im, bîseksûel im, serbilind im

Vahdet Uçar: Min beşa Ziman û Edebiyata Kurdî xwendiye lê niha mêşvanîyê dikim

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Şerîf Omerî: Xewna min dibistana Rapa Kurdî ye!

Demirtaş’ın Seher’ini İngilizce’ye çevirmek: İnsanın biraz eli ayağı titriyor açıkçası

Tuncay Ozel: "Axiftina du çêlekan zimanê şanoya me ji Tirkî kir Kurdî"

Leyla Arisoy: Modeya kurdan: Zerafet, xwe nîşandan û pirrengî

Dilan Yeşilyaprak: Rîtîm bêqîmet bû lê ez ji bo hînbûna wê çûm Misrê

Semîha Yildiz: "Çêdibe ku ji bo yek deqîqeya anîmasyonê 5 mehan, rojê 10 saetan kar bikî"

Berfîn Ayşe Ogut: “Di pirtûkên çawalêhato yên zarokan de kuştin, xwîn û tecawiz hene”

Gulsuma Demir: Merheba Kurdish Lessons! Ez dixwazim bi yarê xwe yê kurd re bi Kurdîyê biaxivim

Tofan Sunbul: Akademîya IBVyê dê salê du caran bernameyan pêk bîne

Kajîn Dara: "Tanrının ve kadının sesine en yakın ses: Santur"

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.