Goristana penaberan: Wan

ORTADOĞU NEWS -Karesatên di nava çend salên dawiyê li her çar parçeyên Kurdistanê bi serê milletê kurd de hatine di warê nefsî de şikestineke mezin bi kurdan re çekirine. Mefhûmên weke baş û nebaş, başî û nebaşî, durist û nedurist, duristî û neduristî, rast û nerast,  rastî û nerastî êdî bi zelalî ji aliyê komelgehê nayê texayulkirin û tişta ecîb “av” jî nema nebaşiya nebaşan pak dike.

Herî dawî nebaşan bi kaçaxçîtiya penaberan li ser Gola Wanê ava golê jî şêlo kirin. 27ê Hezîranê qeyikeke ku penaber tê de hatibûn bicîkirin li nava Gola Wanê li nêzîkî girava Çarpanaxê noq bibû.

Gelek jin û zarok jî di nav de heta dema nivîsandina vê  gotarê cenazeyê 60 penaberî ji nava wê qeyikê hatine derxistin û li gor zanyariyan xebatên hêzên emnî bo dexistina cenazeyan ji nava qeyika noqbûyî berdewam dike. Heta niha nayê zanîn bê ka hîn çend cenaze di nava qeyiqa 107 metreyî binavbûyî de hene.

Bajarê Wanê di 3 goşeya Bakur, Başûr  Rojhilatê Kurdistanê de ye û yek ji bajarên herî qedîm û jeostratejîk ê Bakurê Kurdistanê ye. Di nava 2-3 salên dawiyê jî de bajar bi bûyerên mirina penaberan tê rojevê. Piştî karesata herî dawî rojnamegerên Bakurê Kudistanê yên di ajansên navneteweyî de kar dikin, bi raport û vîdyo nûçeyên xwe ev karesat ragihandin xwîner û bîner û şopînerên xwe.

Piştî çend lêkolînan, em dibînin hokarên hatina penaberan bo Wanê gelek in. Dîwarê ku Tirkiye di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de lê dike heta niha qonaxa yekem - navbera Îdîr û Agiriyê – bi dawî bûye û dîwarê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê, çavdêriya tûnd a serbazî li ser wî sînorî hokarên serekî ne rotayên penaberiyê biguherin û êdî penaberên ji kişwerên Efrîqayê, Hindistanê, Pakistanê, Bengladeşê, Iraqê û Sûriyê bi rêyên qaçax li ser destê qaçaxçiyên navdewletî ji sînorê Rojhilatê Kurdistanê derbasî navçeyên Qerqelî, Elbak û Çaldiranê yên Wanê bibin û ji Wanê jî ber bi Ewropa yan jî Stenbol û Enqere, Îzmîr ê Tirkiyê û bajarên Agirî, Bedlîs û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê belav bibin.

Goristana panaberan a li Seyrantepeyê

Rêvingiya penaberan yan li nava Gola Wanê yan jî li serê çiyayên biberf ên Wanê û navçeyên wê bi dawî dibe. Ligor zanyariyên Berpirsê Lîjneya Koç û Koçberan ê Baroya Wanê parêzer Mahmûd Kaçan daye OrtadoguNewsê salane herî kêm 60-70 penaber li Wanê dimirin her sal bi kêmanî 100 hezar penaber jî bi rêyên neyasayî ango bi qaçaxî derbasî Wanê dibin.

Penaberên ku di rêvingiya Wanê de li îdareya parêzgeha Wanê dimirin li Goristana Seyrantepeyê ya Bêkasan têne veşartin. Ligor zanyariyan di nava 7-8 salan de heta niha zêdetir ji 250 penaberên li nava îdareya sînorê parêzgeha Wanê mirine û li wê goristanê hatine veşartin.

Ligor zanyariyan parêzer Kaçan heta niha nasnameya 10 penaberên qeyika noqbûyî hatine teşxîskirin û 5 kes ji wan pakistanî, 3 kes ji wan afxanî û 2 kes jê jî îranî ne. Herwiha cenazeyê 15 penaberên ji qeyikê hatine derxistin jî li Goristana Seyrantepe ya Bêkasan hatine veşartin. Herwiha piştî derbasbûna 15 rojan ji ser morgên nexweşxaneyan wê ew cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine teşxîskirin jî li wê goristanê bi axê werin spartin.

Guman tê de nîne penaberî û qaçaxçîtiya penaberan êdî li Wanê bûye weke diyardeyek û qaçaxçiyên navdewletî jî bi aşkereyî kare qaçaxçîtiya penaberan dikin. Wênegir û rojnamegerê naskirî li Wanê Rûşen Takva çavdêriyên xwe yên li ser diltezînê penaberan bo OrtadoguNewsê wiha raber dike: “Berê penaberên îranî, afxanî û bengladeşî dihatin Wanê. Di nava 3-4 salên dawiyê de ji penaberên hîndî û nîjeryayî yanî Efrîqayî jî li Wanê hene. Di wê rêwîtiyê de gelek çîrokên nexweş tên serê penaberan. Penaberên jin rastî destdirêjiya seksî tên. Vê zivistanê qaçaxçiyan destdirêjiya seksî li jineka penaberî jin a nîjeryayî kiribûn. Bi armanca ewlehiya wê jinê me serpêhatiya wê jina nîjeryayî nenivîsand. Ew jîn hîn li Tirkiyê penaber e. ”

Li gor zanyariyên rojnameger Takva sedema trajediya penaberan li Wanê ji ber kêmtirxemiya hêzên emnî pêk tê. Lewre qaçaxçiyên efxanî, bangladeşî bi hêsanî li Wanê qaçaxçîtiyê dikin û hêzên emnî yên Îranê û Tirkiyê rêgiriyê li qaçaxçîtiyan nakin.

Takva li ser pirsa me ya “Gelo çima qaçaxçî bo derbaskirina penaberan ji Gola Wanê îstîfade dikin?” jî wiha dibêje:” Di dema proseya çareseriyê de û piştî darbeya serbazî ya 2016an dewletê gelek qereqol û xalên kontrolê li ser rêyan çêkirin. Qaçaxçî bo ku zêdê di rêyên bejayî de rastî qereqolan nebin û ji xalên kontrolê derbas nebin penaberan di Gola Wanê re derbas dikin. Qayika 15-20 kes lê bi cî dibe 80-100 kesî lê siwar dikin. Beriya vê karesatê di Kanûna 2019an jî de 7 penaber di qayikekê de xeniqîn.”

---

Nivîs: Salih Bedirxan

msbedirxan@gmail.com

Edîtor: Murat Bayram

Wêneyê manşetê: Mahmut Bozarslan

( Di wêneyî de, goristaneka Wanê dixweyî. Li ser tabelayê "Cihê Binaxkirina Bêkesan" hatiye nivîsîn.) 

Anahtar Kelimeler:
PenaberWan
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.