Hesen Ildiz: Nivîskarekî derdê wî edebiyat be bo ti xelatan nanivîsîne

ORTADOĞU NEWS

Hesen Ildiz ne tenê doktor e, ew nivîskarekî me yê ciwan e. Ne tenê bi kurdî dinivîse, her weha bi almanî jî dinivîse. Lê me ji nivîskariya wî bêhtir berê xwe da xwendevaniya wî û ji edebiyata kurdî bêhtir berê xwe da edebiyata dinyayê. Derketina pêş a hin nivîskarên ciwan, rewacdariya zimanê hêsan, xelatên edebiyatê… Ildiz pirsên derheqê van mijaran û hin mijarên din de bersivandin.

-Van salên dawî li dinyayê nivîskarên ciwan derdikevin pêş. Herî dawî Marieke Lucas Rijneveld bi wergera romana xwe ya ewil The Discomfort of Evening Xelata Man Bookerê wergirt û bû ciwantirîn wergira vê xelatê. Nivîskareke din jî Sally Rooney e, ew jî bi romana xwe ya Normal People di 2018an de ket lîsteya berendamên Xelata Man Bookerê, tevî Xelata Kitêban ya Îrlandayê gelek xelatên din jî wergirtin û romana wê bi heman navî bû rêzefîlmeke navdar. Çi ecêb e, her du jî 29 salî ne û kitêba her duyan jî ji weşanxaneya Faber&Faberê derçû. Bala te jî nakişîne ev detay, tu çi difikirî li ser vê meseleyê, bi ya te çi ne tiştên ku bala dinyayê dikişîne di van berhemên nivîskarên ciwan de?

Ji navê pirtûka Sally Rooney mirov bi rehetî dikare tê derxe çima ewqas ji pirtûkê hate hezkirin. Mirovên normal. Hezkirin, têkilî, seks, erasmûs, interrail, bêbiryariya karekî bo pêşerojê, hesûdî, tirs û hewldanên bo coolbûnê. Bi zimanekî mirovên normal. Di vê pirtûkê de bi hawayekî normal panaromaya bist sî salên dawiyê yên jiyaneke Ewrûpayê hatiye nexşandin. Û di wextekê de ku her kes hewl didin xwe cuda nîşan bidin, di demekê de ku êdî normalbûn pere nake, pirtûkeke bi zimanekî normal û di derheqê jiyana mirovên normal de hatiye nivîsandin bala milyonan kesî dikişîne. (Li gorî The New Yorkerê nêzî du milyonan hatiye firotin.) Bawer im Sally Rooney xwe gihandiye quncikeke veşartî ya rihê me û bi pistepist tîne bîra me: Her çendî normalbûn êdî pere neke jî em giş di dilê xwe de jiyaneke normal dixwazin.

-Li ser Rijneveldê nabêjî çi?

Bi xwe min ji Rijneveld bêhtir hez kir û pirtûka wê bi ya min bûyera edebî ya salê ye. Beriya Man Bookerê jî canikê navdar bû û ji hêla der û dora rexnegirên dinyayê gelek pesnê wê hat dayîn. Çima ew qas jê hat hezkirin? Bi ya min bêhizûriya di nava hizûriyeke-xwedêgiravî, a her kêlî dikare karakteran û xwendekaran têxe binê tesîra xwe xala herî serkeftî ya romana wê ye û xêncî wê jî, tegihiştina mirinê, bandora baweriyê ya li ser têgihiştinê û nerehetiya di her hevoka pirtûkê de xwe tepisandî. Bi zimanekî helbestî, lê ne li hev hatî. Carna mîna hevokên pîroz û carna jî mina bûza qerisî. Loma ev pirtûk ne ji hêla kesek 29 salî, ji hêla kesek 92 salî jî bihata nivîsandîn, dê jê bihata hezkirin. Lê belbî ne ewqas.

Ev nifşê di navbera 90 û 95an de hatine dinê bi min nifşekî ecêb e. Nifşê dawiyê ye ku jiyaneke bê smartphone û social media dît. Nifşê dawiyê ye haya wî jê heye ka çi winda kiriye. Loma dibe ku bibe nifşê dawiyê jî yê bi rastî edebiyata cîhanê ber bi qonaxeke dinê bibe. Lê dibe ku ev mubalaxayek be, dibe ku ji ber ku ez jî yek ji vî nifşî me loma wisa difikirim û dixwazim wiha bawer bikim.

-Te di axatineke me ya Whatsappê de gotibû êdî zimanê hêsan pere dike li dinyayê. Çi ye ev zimanê hêsan, dikarî mijarê zelaltir bikî? Gelo ew dewra zimanê zehmet, bo nimûne yê Proust, derbas bû û zimanê hêsantir yên nivîskarên wekî Rijneveld û Rooneyê dikevin rewacê?

Beriya her tiştî divê em cudahiyekê têxin navbera zimanê hêsan û zimanê qels. Hevokên dirêj û komplîke û hevokên serkeftî. Ser meselê zimanê Hemingway jî hêsan e, lê belbî yek ji zimanê herî xurt û poetîk yê edebiyata cîhanê ye. An jî Peter Handke. Camêr ji bo ziman Nobel stend. Zimanê wî zehmet e? Na. Lê zimanê wî bi hêz û edebî ye? Heta tu bibêjî. Ê Rijneveld hêsan e lê wek min li jor jî diyar kir, car caran ji kitêbên pîroz jî bibandortir e. Ê Rooney zimanekî hêsan e, lê ev mesele ancax bi zimanekî wisa dikare bihata vegotin.

Meseleya rewacê. Çend sedemên wê hene bi ya min:

1) Îro ortalema mirovek 6 seetan bi smartphona xwe xerç dike û hema tu bibêjî her kêliyê tê rehetsiz kirin. Di rewşeke wiha de mirov çawa dikare xwe bi rastî li xwendinê konsantre bike? Û mixabin ev tişt bandorê ne hew li xwendekaran, li nivîskaran, li weşangeran, li rexnegiran jî dike. Loma bi giştî jî dibe ku tendenseke wiha bê holê.

2) Carna mirov dibê qey tiştê Proust ewqas mezin kiriye zimanê wî yê giran, hevokên wî ne ku nayên fahmkirin. Lê ne wisa ye, heman tiştî mirov dikare ji bo Joyce jî bibêje. Her kesê çi di hişê wî de derbas dibe binivîse nabe Joyce û her kesê bo dilê xwe li tekst û edebiyatê rehet bikin xwe biavêjin bextê zimanekî zehmet jî nabe Proust. Mezinahiya wan di gelek tiştên dinê de veşartî ye. Îjar ser meselê em bibêjin yekî di bin tesîra Proust de mayî û mîna wî nivîsandî heye. Çima ji dêvla Proust wî bixwînim? Kesek di jiyana xwe de dikare carek an du caran Proust bixwîne, ger wext enerjiya wî hebe, ji dêvla yekî Proust kopî kiribe ew ê here careke dinê Proust bixwîne. Qe nebe ez ê wisa bikim.

3) Sedema dawiyê jî, ez dirêj nekim çav û serê xwendekaran neêşînim.

Li vir him min bi xwe tecrube kir û him jî ji tecrubeyên çend hevalên xwe yên bi almanî û îngilîzi dinivisînin, dikarim bibêjim ku çawa ajans û weşanxane mudaxeleyî hevokên dirêj û tevlihev dikin. Ez dibêm yek ji sedema vê mudaxeleyê jî rewac e.

-Dizanim ku tu Xelata Man Bookerê û ya Nobelî jî tê de, gelek xelatên din ên dinyayê ji nêz ve dişopînî, dixwînî. Heger tu gişan bidî ber hev, dikarî çi aliyên wan ên hevpar û cihê ji me re bibêjî? Mesela di van salên dawî de xelatê didin berhem û nivîskarên çawa, berhemên çawa bi siûdtir in bibin berendamên van xelatan?

Şopandina xelatan bi ya min muhîm e. Helbet xelat ne her tişt e, lê gelek tiştî dikarin nîşan bidin. Ser meselê gava ez nû hatim Berlînê û min dest bi xwendina bi almanî kir çend mehên ewilî min hew ji kîsê welat dixwarin. Ango min nivîskarên berê li welêt nas kiribûn bi almanî dixwendin. Bi rastî jî min nizanîbû ka kî ji edebiyata nûjen a almanî heye? %90ê wan jî hîn nehatine wegerandin. Îjar min çawa kir, min lê nerî ka nivîskarên min ew nas dikirin û ji wan hez dikir, -wek Bernhard, Jelinek û Sebald- kîjan xelat stendine. Dawiyê hêdî hêdî bi dû kesên ew xelat stendine ketim. Niha dikarim bibêjim bi qansî ez edebiyata almanî ya nûjen dizanim ewqasî ya tirkî nizanim.

Îjar ew xelat çawa tê dayîn. Ew gelek carî girêdayî jurî ye. Ser meselê sala çûnê endamên juriya Man Bookerê û Man Bookera Internationalê metnên polîtîk hilbijartin. Bi ya min loma kitêbên hatine hilbijartin bêhtir pirtûkên ne ji aliyê edebiyatê xurt lê ji aliyê polîtîkayê corect bûn. Lê mala Xwedê ava îsal edebiyat di Man Bookerê de dîsa derket pêş. Ev mesele hinekî dûdirêj e, lê bo mesele bê fêhmkirin bi kurtasî çend tiştan derheqê her du xelatên Nobelê yên dawiyê de bibêjim.

-Olga Tokarczuk û Peter Handke.

Mesela Peter Handke ev bîst salên dawiyê mixabin ji ber sekna xwe ya polîtîk li Almanyayê ji hemû xelatan hatibû aforozkirin. Lê mala Nobela ku em gelek carî rexne dikin, hezar carî ava be, bêyî guh bide ti tiştekî xelata wî ya Nobelê ya derengmayî dane wî. Lê heman komîteya Nobelê, ev xelat da Olga Tokarczuka heta çend sal berê qet nedihat zanîn û bi xêra sekna xwe ya polîtik -dibe ku kitêbên wê jî pir serkeftî bin- ket rojevê û bi carekê xelata Man Bookerê û ya Nobelê stend. Loma ka mirov dikare sedî sed tiştekî bo qaîdeya dayînê bibêje? Ne bawer im. Lê hezar car mixabin li temamê dinyê xelata Handke ji ya Tokarczuk bêhtir hate nîqaşkirin û ev tişt jî nîşan dide ku polîtîka çawa êdî tesîreke mezin li ser hunerê dike.

-Baş e ku te mijar anî ser tesîra polîtîkayê ji ber ku mijareke ewqasî girîng ewçende jî kêm li ser tê axiftin. Pir zêde û eşkere bi vê tesîrê dihisim di edebiyata kurdî de jî. Meselen nivîskarek ji ber sekna xwe dikare ji bo girseyeke xwendevanan bi qîmet bibe yan jî ji bo girseyeke din bê qîmet bibe. Gelek caran vê jî dibînim li ser mecrayan: Ji bilî berhema nivîskarî her tiştê nivîskarî tê rexnekirin. Dibe ku tesîra vê jî hebe: Êdî nivîskar ne tenê nivîskar in, ew di heman demê de bikarhîner in di mecrayên medyayê de û sekn û helwesta wan ji berê zêdetir li ber çavan e. Tu çi dibêjî li ser vê, hikmê metnê kêm dibe gelo?

Divê bi ti awayî sekna nivîskar a polîtîk nekeve pêşiya berhema wî. Mesela Celan ewqas ji berhemên Heideggerê nazî hez dikir ku diçe wî li Schwarzwaldê ziyaret dike. Mirov bi ya min piştî vê mînakê nikare tiştekî dinê li vê meseleyê zede bike. Ji bilî berhema nivîskar her tiştê wî tê rexnekirin, tu dibêjî, lê mixabin nivîskar jî ji bilî berhemên xwe, ji egoyên wan bigire heta fıhêlên wan ên genî, bi her tiştên dinê xwe derdixin pêş. Loma ez dibêm li vir sûcê mezin yê nivîskaran e, ne yê xwedevanan e. Te dît Benjamin qala windakirina aurayê dike, bawer im bi bikaranîna medyaya sosyal re jî êdî ew giranî, ew sekna nivîskarî, ew ji-ber-xwe-fedîkirin jî li ba me bi temamî ji holê rabûye. Li ti derê dinê min nedîtiye ku nivîskar ewqas zede ewqas brûtal mîna nivîskarên kurd medyaya civakî bi kar bîne.

-Îro roj axilbe fîlmên sînemayê ji bo festîvalan çêdibin û gelek derhêner hewl didin fîlmên xîtabî van festîvalan çêbikin. Meriv dikare bibêje li dinyayê rewşeke wisa ji bo edebiyatê jî heye? Nivîskar hewl didin ku berhemên xwe li gor van xelatan binivîsin û pîlansaziyên weşanxaneyan ên bi vî rengî ji bo wergirtina xelatan hene?

Helbet rewşeke wiha ji bo edebiyatê jî heye, lê ne bi xezeba sînemayê. Bi ya min edebiyat hîn jî di ber xwe dide.

-Tu niha li Almanyayê dijî û piştî kitêbeke çîrokan û romaneke kurmancî te romaneke almanî jî nivîsî. Dema nivîsandina vê romanê qet endîşeyeke te ya li ser vê mijarê û wergirtina xelatekê hebû? Ya mihîmtir, nivîskarek dikare bi endîşeya wergirtina xelatekê binivîse, ev li gor te çiqas rast e?

Ez di vê baweriyê de me ku nivîsakarekî derdê wî edebiyat be bo ti xelatan nanivîsîne, lê baş dizanim ku her nivîskar bi xelatan kêfxweş û serbilind dibe. Ma ne wisa bûya Proust bo xelata Goncourt bistîne bertîleke ewqas mezin nedida jurî? An jî Bernhard -ew kesê ku xêncî Îtalya ji her tiştî û her kesî nefret dikir-, her çendî pirtûkeke bi navê Meine Preisen ( Xelatên min) nivîsîbe jî û di wir de çêrî hemû xelatan û juriyan jî dike, hemû xelat qebûl kirine û wek Bernhard jî dibêje: Divê mirov ji bîr neke xelat ji aliyê aborî jî tibabekî alikariya nivîskaran dike.

Helbet di dema nivîsandina vê romanê û niha, gava em li benda çapa wê ne, fikrên xelatan di mejiyê min de jî derbas dibin. Lê ev tişt ne tiştekî ewqas sereke ye ku bibe sedema endîşeyekê. Ji bo min edebiyat qoncîkek e ku xwe tê de distrînim û li wir li benda mirinê sekinîme. Loma gava li ser metnekî bixebitim dixwazim beriya her tiştî ev tekst li dilê min rûne, gava metnek li dilê min rûnene xelat stendibe an nestendibe bi qansî serê derziyê jî bo min ne giring e. Bifikire, sirf ji bo ez xelatekê bistînim ez tiştekî dinivîsînim û an bi hawayekî dinê dinivîsim. Ez ê çawa bikaribim li kitêba xwe binerim? Bifikir, di tariya şevê de bi tena serê xwe me û ev kitêb tê hişê min. Ez ê çawa bikaribim îdare bikim?

Lê helbet gava tiştekî li dilê min rûne û xelatekê bistîne ez ê kêfxweştir bibim.

-Lê em, em kurd çawa dikarin para xwe ji vê bigirin di qadên navnetewî de? Tevî ku dizanim berî her tiştî astenga wergerê li pêşiya me heye, ji ber ku kesên werdigerînin kurdî pir kêmtir in ji yên ji kurdî werdigerînin zimanekî din. Edebiyata kurdî heger bixwaze xîtabî dinyayê û van xelatan bike, divê çi bike, li çi miqate be?

Beriya her tiştî divê romanên serkeftî bên nivîsandin. Lê mixabin heta niha tiştekî wiha pêk nehatiye. Gava rojekê romanên mirov bikaribe bi serê wan sond bixe bên nîvîsandin, dû re em ê karibin qala tunebûna dezgeyan û wergeran bikin.

-Baş e lê bîstek berê te qala tesîra polîtîkayê kir, ma wergerandina berheman û stendina xelatan bi xwe jî ne polîtîkayek e? Tevî ku wekî te nafikirim di mijara serkeftîbûnê de, ji ber ku bêjingeke edebiyatê tune ye ji hemû berheman re bibêje ev serkeftî ye yan ne serkeftî ye, nexwe ji bo balkişandina dinyayê jî xala serekî halê hazir ne tenê serkeftîbûn e.

Ji xwe mesele jî ev e. Êdî di vê jiyanê de ku kûrbûn û tîrbûna xwe winda kiriye, parametre û qaîdeyên estetîkê jî bi bin dikevin. Loma êdî gava berhemek tê nirxandin ji dêvla parametreyên estetîk û edebî normên polîtîk û civakî derdikevin pêş. Ka ew çiqasî bal kişandiye meseleyeke polîtîk û civakî.

Edebiyat di ser polîtîkayê re ye, divê ti carî nebe amûrek bo polîtîkayê. Nivîskarê berhema xwe wek enstrumaneke polîtîk bi kar tîne, neheqiyê li edebiyatê dike û polîtikayê bi awayekî kerane derdixe pêş. Ez nabêjim divê fikrekî wan yê polîtîk tune be. Lê gava vî fikrî bi beloqî di berhemên xwe de bi kar bînin, ev dibe rojnemevanî ne romannûsî. Û wek Barnes jî dibêje: Romannûsê difikire ku bi romana xwe dikare ciyekî effektîv di jiyana polîtîk de bigire, romannûsekî xerab e, rojnemevanekî xerab e, polîtîkaciyekî xerab e.

-Bextiyar Elî di 2017an de li Almanyayê Xelata Nelly Sachs wergirt û wisa xuya bû eleqeyeke baş li Almanyayê bo kitêbên wî hebû. Hîn jî ew eleqe heye û gelo piştî wî qet eleqeyek û hewldaneke weşanxaneyên almanî ji bo edebiyata kurdî û wergerandina wê çêbû?

Bextiyar Elî bi ‘Hinara Dawî ya Dinyayê’ ev xelat stend û piştî wê jî eleqeyeke mezin ji bo kitêbên wî çêbûn, loma li ser hev du pirtûkên wî yên dinê jî wergerandin. (Die Stadt der weißen Musiker û Êvara Perwaneyê.) Lê bi qansî min şopand mixabin eleqeya bo pirtûka ewilî ji bo pirtûkên dinê nehat nîşandan.

A duduyan jî beriya Bextiyar Elî jî kitêbên kurdî bo almanî hatibûn wergerandin û Îbrahîm Bûlak di vê nivîsê de bi kitekitî li ser vê mijarê nivîsandiye (https://e-rojname.com/bs-cand/52225/) loma ez ê nekevim vê mijarê.

Lê bi xwe haya min jê heye weşanxaneyên almanî eleqeyekê nîşanî tekstên Yildiz Çakar didin. Ji xwe çend şanoyên wê hatine wergerandin û ji bo romana wê çend hewldanên Literarisches Colloquium Berlin hene.

Ji romana bi kurmancî ya Zehra Dogan niha li Berlin Biennale tê pêşkeşkirin. Ev wek kitêb bi fransî çap bû û bi qansî ez dizanim amadekariya bo zimanên dinê jî dikin.

Xêncî wê jî her çendî heta niha me ti encamek nestendibe jî, ji bo wergera Ciwanmerd Kulek û Mihemed Şarman heta ji destê min tê hemû têkiliyên xwe yên şexsî û edebî bi kar tînim. Ka em binerin, a bi xêr!

-Niha li Bakur dezgeheke me ya ku xelatê bide kitêbên çapbûyî tune ye, tev bi awayê pêşbaziyê ne. Tunebûna xelateke wisa ne kêmasiyeke mezin e? Heger kitêbeke çapkirî xelatê wergire, ev dê bala weşanxaneyên dinyayê jî nekişîne?

Hebûya ew ê baş bûya. Ser meselê rojekê em bibêjin weşanxaneyeke cîhanê bixwaze berhemekê wergerîne dê ya xelatgirtî wergerîne. Lê li cem me hîn mekanîzmayeke rexneyê tune ye, gelek tişt hîn li ser dostanî û dijminantiyê dimeşin û di vê rewşê de, ew ê mekanîzmayek bo xelateke wiha çawa bê avakirin nizanim.

--

Hevpeyvîn: Înan Eroglu

Wêne: Şavaş Poyraz

Anahtar Kelimeler:
Hesen Ildiz
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.