Kargeha Botan İnternationalê pêk anî bi dawî bûye

Kargeh, ji alîyê Botan Internationalê ve bi rêya bernameya Zoomê bi awayekî online hate li dar xistin. Botan Internatıonalê dîyar kiribû go kontenjana beşdarvanan bi 15 kesan ve sînorkirî ye. Hate diyar kirin go 104 kesan serî li kargehê daye û ji van kesan 10 jin û 5 mêr hatine bijartin. 14ê Cotmehê kargehê pê kir û 18ê Cotmehê jî dawî lê hat.

Di Kargehê de  7 rojnamegeran dersdarî kirin. Her rojnamevanên her yekê di qada xwe de pispor e, wê di kargehê de bi mijarên cûr bi cûr dersdarî kirin . Wê sertîfîkayên beşdarbûnê ji bo beşdaran bên amadekirin. Sponsorên vê kargehê Global Native Service û Ali Bayram bûn. 

Herweha Botan İnternationalê di hesabên xwe yî medyaya civakî de ragihandiye go dê meha bê jî bi sponsora hin kes û sazîyan kargehekê li dar bixin. Û li gel kargehê dê bi awayekî online hin seminer ê go ji bo beşdarbûna her kesê guncav jî bên li dar xistin. 

Bernameya kargehê ya bi giştî;

14.10.2020- Hatîce Kamer û Sertaç Kayar

15.10.2020- Gulistan K. Rençber û Ferîd Demirel

16.10.2020- Omer Faruk Baran û Îbrahîm Seydo Aydogan

17.10.2020- Murat Bayram

18.10.2020- Mahmut Bozarslan

 Roja Sêyem a Kargehê (16.10.2020)

Di roja sêyem î kargehê de dersa yekem ji alîyê Îbrahîm Seydo Aydogan ve hate dayîn, İbrahîm Seydo bi mijara ‘’Medyatîfê’’ li ser girîngîya ziman û rastnivîsîya zimanê nûçeyê sekini û agahîyên xwe bi beşdaran re parve kirin. 

Îbrahîm Seydo bi giştî bersiv da pirsên; Medyatîf çi ye, zimanê medyatîf çawa tê bikaranîn, xebatên li ser medyatfîfê hene gelo û ji alîyê kê ve hatine kirin, armanca zimanê medyatîfê çi ye gelo bi taybet di zimanê nûçegîhanîyê de û hwd. 

Bi giştî bersiva van pirsan hate dayîn, û bi rêya gelek mînak û referansan mînak hatin dayîn li ser mijarê.  Bi rêya mînakan mijar hate rave kirin û şîrove kirin. 

Piştî îbrahîm Seydo Aydoganî bi mijara ‘’Bijartin û Amadekirina Nûçeyan li Medyaya Dîjîtal’’ Omer Faruk Baran pêşkêşîya xwe kir û zanyarîyên xwe bi beşdaran re parve kir. 

Di destpêkê de behsa serborîya ‘’Medyay dîjîtal’’, gelo medyaya dîjîtal çawa kengê dest pê kiriye û heta bi roja me gelo j içi qonax û guherînan derbas bûye kir. Ji ber go di roja me de teknolojî û Medyaya dîjîtal li bin deste her mirovî de ye li ser pîvanên rojnamegerîyê sekini û bi vê hewl da bersivê bide pirsa ‘’gelo her kes dikare bibe rojnameger, her kes dikare rojnameger bê hesibandin’’ da.  Herweha hewl da bersivê bide pirsên; Nûçeya îdeal çi ye li gor xwendevan, notrbûna hevokan çim girîng e, bêalî bûn çi ye, gelo bêalîbûn bi rastî jî pêkan e, zimanê xelet ê go dibe sedema gengeşe û agahîyên ne rast çawa ye, divê agahîyên nûçeyan çawa bi çi rêbazan bên berhev kirin û nûçegîhan van agahîyan çawa berbelav bike, ji bo berpirsiyarî negihe ser nûçegîhan divê çawa tevbigere û çavkanîyên nûçeya xwe çawa piştrast bike û diyar bike, çavkanî çawa bê hilbijartin, piralîtî çi ye û çima girîng e, ji ber go bêalîbûn ne pêkan e gelo piralîbûn mecbûrî ye û hwd. 

Bersiva van hemû pirsan bi awayekî zelal hate dayîn û ravekirin. Ji bo rojnamegerîya etîk û îdeal mînak hatin dayîn. Herweha bi awayekî înteraktîf bi rêberîya dersdar Omer Faruk Baran hemû beşdaran li ser Corona Vîrus û daneyên wê nûçeyek amade kirin. 

Roja çarem (17.10.2020)

Di roja çarem a Kargehê de ji ber hin sedeman Şîraz Baran nekarî dersa xwe bike ji ber vê yekê tene Mirad Bayramî ders da. Mirad Bayram bi mijara ‘’Nûçegîyanîya Navnetewî, Pîvan û Etîk’’ê dersa xwe kir.

Ji ber go Mirad Bayram avakarê Botan înternationalê û moderatorê kargehê ye dîsa di serî de behsa armanc û girîngîya kargehê kir, behsa bingeh û rêzikên kargehê kir û bi rêya tecrûbeyên xwe yî div î karî de bû bersiva hin pirsan.

Mirad Bayramî bi giştî bersiv da pirsên wek; Gelo divê zimanê nûçeyan kompleks be yan hêsan be, ji bo hêsankirina ziman divê kîjan dem û girêdan bên bikar anîn, di nûçegîhanîya navnetewî de guherînên berbiçav çi ne, gelo matematîkek di nûçegîhanîyê de heye ger hebe çi ye û di kîjan qonaxên nûçegîhanîyê de veşartî ye, Piştrastkirina nûçeyê çima girîng e û pîvan ji bo nûçeyeka piştrastkirîçi ne,teknîk çima girîng e, orjînalbûn çi ye, bêalîbûn çi ye, resenbûn çi ye, dayîna temamê agahîyan çima girîng e, adilbûn çi ye, sînordarkirin çi ye divê rojnameger kengê bikaribe xwe sînordar bike, kontrolkirina xwe çi ye çima girîng e, mirovparêzî çi ye, mafparêzî çi ye, mafparêzî bijartinek e yan mecbûrî ye,bihêzkirina alîyê qels çi ye çima girîng e, û hwd. Mirad Bayram bi berfireh û hûrik hûrik li ser pîvan û etîka rojnamegerîyê sekinî.

 Li gel van pirs û bersivan Mirad Bayram bi awayekî hûr li ser mijara ‘’nûçeçîrokî’’yê jî sekini go jixwe pisporîya wî ev mijar e. Ji bo nûçeçîrokan mînak hatin dayîn û pîvan û rêzikên vê mijarê jî yek bi yek hatin ravekirin. 

Bi referansa Routersê û nûçeyeyên wê ji bo rojnamegerî û nûçeyên îdeal mînak hatin dayîn û şîrove kirin. 

Li gel pirs, şîrove û rexneyên beşdaran derseka înterakatîf û tije agahî hate kirin. 

Roja pençem (18.10.2020)

Di roja dawî ya kargehê de Mahmut bozarslan bi tecrûbeyên xwe yî 25 salan li pêşberî beşdarên kargehê bû. Mijara dersa Mahmut Bozarslan ‘’Weşanên Zindî yên li ser Medyaya Civakî’’ bû.

Her çiqas mijar wek ‘’Weşanên zindî yên medyaya civakî’’ hatibe diyarkirin jî Bozarslan hem li ser weşanên medyaya civakî hem jî ser weşanên di rojnamegerîyê de sekini.

Di vê dersê de bersiva pirsên; gelo di rojnamegerîyê de weşana zindî çawa ye çi pêwistî û amadekarî divên jê re, weşana zindî çima tê kirin gelo pêdivîyek e, divê mijar^n weşanên zindî mijarên çawa bin, Ji hela teknîkî ve çi amûr pêwist in, Ji hela teknîkî ve kîjan bername û amûr kare mirov hêsantir dikin, weşanên profesyonel û amator çi ne çi ferq di navbera wan de heye, Ziman, uslûb û diyalog çima girîng in ji bo pêşkêşvanê weşanê, metna axaftinê li gor kîjan pîvanan tê amadekirin, divê pêşkêşvan çima amadekirî û li xwe baldar be, dirêjahîya weşanan divê çiqas be, girîngiya dirêjahîyê çi ye, Sekn û nêrîna pêşkêşvan divê çawa be, dekor (Backround) divê çawa be li gor cûre û mijara weşanê, dekor çima girîng e ji bo dîtbarîyê, deng çima girîng e, girêdana înternetê divê çawa be, ger pirsgirêkeka girêdana înternetê derbikeve divê çi bê kirin, ger mêvan di weşanê de hebin çi qaîde tên guhertin, li hemberî mêvanan divê tevger çawa be û hwd gelek pirs hebûn û Bozarslanî hewl da go bersiva hemû pirsan bide. 

Bi pirs, şîrove û nirxandinên beşdaran jî derseka têr û tije hate kirin. 

Kunyeya dersdaran;

Hatîce Kamer kî ye?

Nûçegihana beşa Tirkî ya BBCyê ye. 10 sal in ji bo beşa Kurdî ya VOAyê nûçeyan çêdike. Ji bo radyoya SBSyê ya Awistiralyayê û WDRya Almanyayê nûçeyan çêdike. 2003yê li Gün TVyê dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û 17 sal in rojnamegerîyê dike. Ji navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ye.

Sertaç Kayar kî ye?

Sala 2006ê dest bi karê rojnamegerîyê kiriye. Ji bo REUTERSê wênegirîyê dike. Ji Yekîtîya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî xelata “rojnamegerê salê” standiye. Xwediyê Xelata Rojnamegerîyê ya Metin Goktepeyî ye. Endamê Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî û Yekîtîya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî ye.

Ferid Demirel kî ye?

Edîtorê Bianet Kurdîyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Û niha dîsa li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamayên Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye.

Gulistan Korban Rençber kî ye?

Rojnamevan Gülistan Korban Rençber di sala 2013’an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantiyê dest bi kare xwe yê Rojnamevantiyê kir.Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tv’ye bû û li wir edîtoriya nûçeyên Kurdî kir û nûçeyan pêşkeş kir.Bi girtina Azadi TV’ye di 2016’an de li malpera 1HaberVar wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û li heman malperêbernameyeke çêkir û pêşkeş kir.Her wiha, bi prodiksyonekere bernameyeke ya gerê çêkir û 24 bajarên Bakurê Kurdistanê geriya û da nasîn.Niha jî li malpera Ortadoğu Newsê di çarçoveya projeke de kar dike û her wiha li mtelevizyona NRT’yê re nûçeyan rê dike.

Îbrahîm Seydo Aydogan kî ye?

Ji destpêka sala 2001'ê ve li Fransayê dijî. Di sala 2003'an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê "Parîsiyên sedsala 15'an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de", lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006'an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser "wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de" amade kir.

Aydogan heta niha sê pirtûk nivîsandine. Romana wî ya pêşiyê Reş û spî di sala 1999'an de derket. Romana wî ya duyem Leyla Fîgaro, dı sala 2003'an de derket.

Îbrahîm Seydo Aydogan di Tishk TV yê de bernameyeke bi navê Wêje amade dikir. Li Kurdistan 24ê bernameya Pencereya Kurdî pêşkêş kir. 

Ji sala 2007'an ve ye ku li Parîsê li Zanîngeha INALCO di beşê kurdî de mamoste ye û serokê beşa kurdî ye.

Pirtûka wî ya bi navê Guman ku ji lêkolînên ziman û wêjeya kurdî pêk tê, bi du cildan ve ji aliyê wesanxaneya Lîsê ve sala 2013'an hate çapkirin.

Omer Faruk Baran kî ye?

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Li Zanîngeha Teknîk ya Stenbolê, li Zanîngeha Stenbolê û li Zanîngeha Dîcle, endezyarî, sosyolojî û hiqûq xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Bi şiîra bi navê ''Bîrêmjar'' di sala 2011an de, bi çîroka bi navê ''Zênebêj'' di sala 2012an de xelat wergirtiye. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de edîtor e. Wî fanzîneke fotografîyê ya bi navê ''flashhilat'' derxistiye, kitêbeke wî ya şiîran heye û bi navê ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye.

Murat Bayram kî ye?

Murat Bayram 11 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Avakarê Botan Internationalê ye û edîtorê ortadogunewsê ye.
Ew yek ji avakarên beşa kurdî ya bianetê ye, wî çar salan li wê derê edîtorî kir û dersên rojnamegerîyê bi zimanê kurdî û tirkî daye.


Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivîsîne û wergêrî kiriye. Nûçeyên wî li 8 welatan bi 6 zimanan hatine weşandin.
Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.
Bayramî demên qedexeya derketina derve li Cizîr, Silopya, Farqîn, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê heyî û piştî wan deman li cihên bûyerê wêne girtine û hin ji wan wêneyan digel çîrokên wan li kitêba xwe ya bi navê “belkî îşev binive” civandine(Weşanxaneya Avestayê, 2018).

Kitêba Bayramî ji bo zimanên Ingilîzî, Îtalî, Almanî û Farisî tê wergerandin. Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 46 kitêban kiriye.

Mahmut Bozarslan kî ye? 

Rojnameger e. Di sala 1996an de li Diyarbekirê dest bi rojnamegerîyê kiriye. Di Rojnameya Sabah, NTV û El Cezîreyê de dest bi nûçegîhanîyê kiriye. Di heman deman de di warê nûçegîhanîyê de alîkarî daye Ajansa nûçeyan AFPyê ya Farnsizan. Mahmut Bozarslan di warê Kurdistana Îraqê, Pirsgirêkên jinan, penaberan, pirsgirêkên ekonomîk ên lokal û gelek alîyên pirsgirêkên Kurdan de nûçe ragihandine. Hîn jî di sazîyên wek Dengê Amerîka (VOA) û Al Monîtorê de rojnamegerîyê dike, di heman demê de jî serokatîya merkeza Diyarbekirê ya Komeleya Medyaya Dîjîtal dike

--

Nûçe: Vahdet Uçar 

Anahtar Kelimeler:
Botan İnternational
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.