Keyf keyfa “Pisîkên Wanê” ye

ORTADOĞU NEWS – WAN

Mala Pisîkan, sala 1992yê li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê hatiye avakirin. Birêvebirê Mala Pisîkan Prof. Dr. Abdullah Kayayî diyar kir “aramanca avakirina malê, parastina neslê Pisîkên Wanê, çêkirina derfetan ji bo zêdebûna pisîkên resen/orjînal û xebatên ji bo tendûristîya pisîkan… e”

Metirsî heye nemînin

“,Ji bo lêkolînan 200 pisîk li cihên taybet têne parastin. Niho gelekê zû ye ku em bibêjin neslê Pisîkên Wanê hatine rizgarkirin.

“Metirsî ji bo pisîkên herdû çavên wan şîn an jî herdû çavên wan kehrîbar nîne. Lê metirsî heye ku pisîkên çavekê wan şîn yek kehrîbar nemînin.

“Berê li hemî malan Pisîkên Wanê hebûn. Hewşên xanîyan hebûn û xelkê bajarî di hewşan de pisîkên xwe xwedî dikirin.

Pisîkên melez çêbûn

“Dema jimara pisîkên Wanê kêm bû, pisîk bi pisîkên ji neslên dî re çûne ber hev. Bi vî awayî pisîkên melez çêbûne.

“Dema xelkê bar kir apartmanan pisîkên xwe bi xwe re nebirin. Ji ber vê yekê jimara pisîkan kêm bûye.

“Nêzîkî 200 pisîkên me hene. Her sal em nêzîkî 200 çêlikên pisîkan didin xelkê Wanê.

“Em dikarin bibêjin jimara giştî ya pisîkên Wanê  7-8 hezar in.  

Hewes e an ji dil e

“Mala pisîkan wek otêlekê ye. Dema xelk bixwazin pisîka xwe bînin ber pisîkê nêr ê orjînal. Li vê derê diçin ber hev. Dema xelk diçin betlaneyê jî pisîkên xwe didanin vê derê.”

“Em pisîkan didin wan kesan ku dê xwedî bikin û neavêjin kolanan. Em hewil didin bibînin ka bi hewesekê an jî ji dil dixwazin pisîkn xwedî bikin.

---

Nûçe û wêne: Mahmut Bozarslan - Mbozarslan21@hotmail.com

Edîtor: Murat Bayram

Anahtar Kelimeler:
Pisîkên WanêWan
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.