Kurdish Women Podcast dê ji cîhanê re behsa jinên kurd bike

ORTADOGU NEWS - 

Yekem podcasta Kurdish Women Podcastê, di 6. salvegera Qetlîama Êzidîyan de hatiye weşandin. Di podcastê de Ruken Işikê behsa jinên Êzidî kiriye. 

Zozan Yaşarê bi van gotinan ji me re behsa Kurdish Women Podcastê kir.

(Xwendina vê hevpeyvînê nêzîkî 4 deqîqeyan didome)

Jinên çar parçeyên Kurdistanê

“Min û Ruken Işikê ev proje daye dest pê kirin. Ji çar parçeyên Kurdistanê jin hene ku şêwirmendiya me dikin û dê bi çêkirina podcastan hevkarîya me bikin. 

Me nîyet heye em civata xwe berfireh bikin. Pêşiyê ji bo em ji cîhanê re behsa kurdan bikin em ê beşa Ingilîzî xurt bikin, paşê berhemên bi Kurmancî û Soranî jî dê bêne çêkirin.

Me bi şerî nas dikin

 

“Mixabin cîhan kurdan bi şerî nas dikin. Dîmenê di serê wan de yê jinên kurd, kesek e ku çek di destan de heye û li qada şerî ye. 

Me xwest em pirekê çêbikin û nîşanî cîhanê bikin ku di hemî rengên jiyanê de kurd hene. Bila têkiliyeka xurt ya cîhanê jî bi jinên kurd re hebe. 

Me ev yek jî fêm kir pirsgirêka kurdbûnê, bi têkilîyên navxweyî çareser nabe. Di asta navneteweyî de girîngîya pirsgirêka kurdbûnê eşkere dibe. 

Platforma jinên kurd ji bo jinên kurd

“Jinên kurd ji ber şer û nexweşîyan li gelek civatên Ewropa û cîhanê belav bûne me xwest em têkiliya wan a bi hev re xurt bikin û civatekê çêbikin. 

Em dixwazin di nava jinên kurd de jî bibe platformek û her kes bêne wê derê çîroka xwe bibêjin. Ev platformeka jinên kurd e û ji bo jinên kurd e. 

Jinên kurd di dîroka me de winda ne

“Şerê li hemî cîhanê ji destê mêran çêbûye, piştî şerî jin jiyanê ji nû ve ava dikin. Di dîroka kurdan de jî cihê jinan gelek giring e lê ji ber tesîra civakî, dînî û çandî jin gelekê naxweyîn. 

“Ez bi xwe jî ji sala 2015ê ve rojnamegerîyê dikim û bi saziyên Ewropayê re di têkiliyê de me. Em dixwazin bi ser navê Kurdish Women Podcast bi sazîyan û desgehên dî yên podcastan re têkilîyan danin û li ser navê jinên kurd peymanan îmze bikin. 

--

Hevpeyvîn: Murat Bayram


muratbayram@botaninternational.com

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.