Li "Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal" kê çi got?

ORTADOGU NEWS -

Botan Internationalê rêya bernameya Zoomê bi awayekî online bername bi rê ve bir. Botan Internationalê dîyar kiribû ku kontenjana beşdaran bi 15 kesan ve sînorkirî ye.

104 kesan serî li kargehê daye û ji van kesan 10 jin û 5 mêr hatine bijartin. 14ê Cotmehê kargehê bi dersên Hatice Kamer û Sertaç Kayarî, 15ê mehê jî bi dersên Gulistan Korban Rençber û Ferîd Demîrelî dest pê kirin.

Dê kargeh 5 rojan bidome. Her roj du rojnamevanên her yekê di qada xwe de pispor e, wê di kargehê de bi mijarên cûr bi cûr dersan bidin. Di dawîya kargehê de wê beşdarvan sertifikaya beşdarbûnê werbigirin.

Kargeh bi piştgirîya maddî ya Global Native Services û Alî Bayramî tê pêkanîn.

Bernameya kargehê ya bi giştî;

14.10.2020- Hatîce Kamer û Sertaç Kayar

15.10.2020- Gulistan K. Rençber û Ferîd Demirel

16.10.2020- Omer Faruk Baran û Îbrahîm Seydo Aydogan

17.10.2020- Murat Bayram û Şîraz Baran

18.10.2020- Mahmut Bozarslan

Roja Yekem a Kargehê (14.10.2020);

Dersa yekem bi dersa rojnamevan Hatîce Kamerê dest pê kir. Mijara dersa Hatîce Kamerê ‘’Amadekirina Podcastên Kurdî bû’’.

Hatice Kamerê di destpêka dersê de hinekî behsa karê rojnamegerîyê kir û derbasî mijara dersa xwe bû. Di derse de bi giştî bersiva van pirsan hate dayîn; Podcast çi ye û dîrokçeya wê çi ye, ji destpêkê heta dawîyê di amadekirina podcastekê de çi gav tê avêtin, mijar çi ne çawa tên bijartin, li gor mijara podcastê mirov dikare bi kê re û çawa biaxive, dirêjbûna podcastekê li gor mijara xwe divê çiqas be, ji hela teknîk û amûran ve çi pêwist e û alternatîv çi ne, gelo divê amadekarê podcastê ji teknolojîyê çiqasî fêhm bike, bi vî şiklî di derbarê xalên herî girîng ên amadekirina podcastan de agahî hatine dayîn.

Ji bilî van agahî hişyarîyan Hatîce Kamerê bi çend podcastên xwe bi awayekî pratîkî pêşkêş û şîrove kirin, pêvajoya van podcastan ji serî heta halê weşandinê gav bi gav bi hûrgilî got. Bi rêya hin podcastên din jî dîsa mînak hatine dayîn. Di dawîyê de ji beşdarvanan yek bi yek pirsa ‘’gelo kê dixwaze li ser çi mijarê podcastên çawa amade bike’’ hate kirin û li gor mijar û daxwazên beşdarvanan şîrove hate kirin û rê li ber wan hate xistin. Dîsa bi şîrove û pirse beşdarvanan ên taybet ders bi dawî bû.

Dersa duyem a roja yekem î kargehê ji alîyê rojnameger Sertaç Kayar ve hate dayîn. Mijara dersa Sertaç Kayarî ‘’Taybetmendîyên Wêneyan ji bo Medyaya Dîjîtal çi ne’’ bû

Serta Kayarî bi pirsen; wêne çi ye, wênegirî çi ye û wênegirîya nûçeyan çi ye dest bi dersa xwe kir. Her weha bersiva pirsen; gelo wêne çi ne û wek dokument çi îfade dikin, çi girîngîya wêneyekî weke dokument heye hate dayîn. Wekî din, gelo wêne li gor çi pîvanan dokument tê hesibandin û ji bo wêneyek bibe dokument divê bi çi perspektif û kompozîsyonê, bi çi teknîkê hatibe girtin û mijar çi be, bi rêya van pirsan jî li ser hin mijar û bûyeran mînak hatine dayîn û hatine şîrove kirin.

Ji bilî bersiv û şîroveyên van pirsan Sertaç Kayarî behsa tecrube û taktîkên xwe yî li qadê kir. Û her weha diyar kir go; tu eleqeya serkeftina wêneyî bi qelîte û merqeya amûrê ve tune ye, helbet gava wênegir û amûrên din model û marqayên baş bin bi perspektîfa mirovî karen serkeftîtir derdikevin holê lê dîsa jî ya go wêne dike wêne nêrîn û perspektif e. Pîvan ji bo serkeftîbûnê ew xalên han in. Piştî ceribandin û tecrubeyan her wênekêş êdî bi nêrîna xwe ji xwe re nasnameyekê ava dike.

Piştî van xalên teknîkî û vegotina hin tecrûbeyên li qadê Sertaç Kayarî hin wêneyên xwe yên go deng vedane nişan dan û yek bi yek behsa çîroka wêneyan kir, gelo mijara wêne çi ye, gelo li ku kengî hatiye girtin, gelo di atmosfereka çawa de bi çi biryarê ji vê perspektîvê hatiye girtin û hwd.

Bi pirs sû şîroveyên beşdarvanan jî dawî li derse hate kirin.

Roja Duyem a Kargehê (15.10.2020);

Roja diduyan a kargehê dîsa bi du mijarên ji bo rojnamgerîyê gelekî girîng berdewam kir.

Di roja duyem bi dersa rojnameger Gulistan Korban Rençberê dest pê kir, mijara dersa wê jî ‘’Amadekirin û Pêşkêşkirina Nûçeyên Dîjîtal’’ bû.

Gulistan Korbanê xal bi xal ji pêşxaneya hazirîya nûçeyê heta go nîçe amade bibe, rojnamevan ji çi qonaxan derbas dibe, yek bi yek behsê kir û rave kir.

Bi giştî bersiv da pirsên; Gelo mijara nûçeyê li gor cûreya nûçeyê çawa tê hilbijartin, piştî mijar hate hilbijartin berî rojnamevan biçe qadê çi hazirîyan dike, li qadê mirovan an cî yan wext çawa hildibijêre, hazirîyên berî çûna qadê yên teknîkî çi ne, li qadê kesê go pirs jê bene kirin çawa tê hilbijartin, materyalên nûçeyê çawa tên berhevkirin û piştre çawa tên tesnîfkirin ji bo bibe nûçe û hwd din behsa amadekarîya teknîkî ya nûçeyê kir. Ji bilî van dîsa behsa zimanê nûçeyê û zimanê pêşkêşvan kir; ji bo nûçe bê temaşekirin û xwendin gelo divê pêşkêşvan li gor çi rêzikan tevbigere, divê ziman û xîtabeta pêşkêşvan li gor cûreya nûçeyê çawa be û çawa biguhere, divê pêşkêşvan ji dîksîyonê heta bi bêhnvedana xwe çi çawa bi kar bîne û hwd.

Her weha gülistan Korbanê diyar kir go; gava nûçe bê amadekirin divê nûçegîhan bi temamî weke xwendevan û temaşevanan bifikire, yanî li gor vê yekê tevbigere gelo xwendevan gava nûçeyekî dixwîne û temaşe dike dixwaze çi bi çi şiklî fêr bibe.

Bi rêya hin video û pêşkêşvanîyan mînak hatin dayîn û li ser van mînakan şîrove û rexne hatin kirin. Beşdarvan jî bi awayekî aktif tevlî derse bûn û fikr û pirsên xwe kirin.

Di dersa diduyan a roja diduyan de Rojnameger Ferid Demirel bi tecrubeyên xwe û bi mijara ‘’Divê di Medyaya Dîjîtal de Hevpeyvîn Çawa Bin?’’ li pêşberî beşdaran bû.

Ferîd Demirelî di destpêkê de behsa xwe kare xwe û tecrûbeyên xwe kir û derbasî mijara dersa xwe bû. Mijara Ferîd Demîrelî li ser hevpeyvînan bû, di serî de diyar kir go cûdahî di navbera hevpeyvîn û roportajê de hene û behsa van cûdahîyan kir. Bi vê yekê bi berfirehî behsa hevpeyvînê kir, gelo hevpeyvîn çi ye, çi cûre hene û çawa tên kirin û hwd.

Dersa Ferîd Demirelî bi giştî ji van pirsan re bû bersiv; Gelo hevpeyvînên medyaya dîjîyal çi ne, Ji serî heta dawîyê hevpeyvînek tê kirin ji çi qonaxan derbas dibe gelo, li gor cûreya hevpeyvînê mijar çawa tê hilbijartin û li go mijarê çi amadekarî û lêkolîn tên kirin heta rojnameger bikaribe pirsên hevpeyvînê amade bike, gelo sînor ji bo pirsan heye, gelo li ser mijarekê bi kîjan perspektîfan hevpeyvîn dikare bê kirin, hevpeyvîn dikare li gor mijar û cûreyê bi kê re bê kirin, pêşîya çûna qadê û li qadê divê çi amadekarî û amûrên teknîkî hebin da go pirsgirêgeka teknîkî pê neye û hwd bi giştî bersivên van pirsan hatine dayîn.

Herweha Ferîd Demirelî wek cûreyeke nûçegîhanîyê ‘’hevpeyvîn’’ li gor rojnamegerîya cîhanê jî nirxand û da ber çavan gelo çi cudahî di navbera hevpeyvînên medyaya me û medyaya cîhanê de hene.

Her weha Ferîd Demîrelî wek rojnamegerekî ji demên berê ve di gelek rojname û qadên cûda de xebitîye behsa tecrûbeyên xwe yên şexsî kir, bi rêya tecrûbeyên xwe nişan da gelo çi xal çawa hewce ye ji bo karekî serkeftî derbikeve holê.

Dîsa bi mînak û pirsan, bi awayekî înteraktîf, şîrove û nirxandin hatin kirin û dawî li derse hate kirin.

Kunyeya dersdarên roja yekem û duyem;

Hatîce Kamer kî ye?

Nûçegihana beşa Tirkî ya BBCyê ye. 10 sal in ji bo beşa Kurdî ya VOAyê nûçeyan çêdike. Ji bo radyoya SBSyê ya Awistiralyayê û WDRya Almanyayê nûçeyan çêdike. 2003yê li Gün TVyê dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û 17 sal in rojnamegerîyê dike. Ji navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ye.

Sertaç Kayar kî ye?

Sala 2006ê dest bi karê rojnamegerîyê kiriye. Ji bo REUTERSê wênegirîyê dike. Ji Yekîtîya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî xelata “rojnamegerê salê” standiye. Xwediyê Xelata Rojnamegerîyê ya Metin Goktepeyî ye. Endamê Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî û Yekîtîya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî ye.

Ferid Demirel kî ye?

Edîtorê Bianet Kurdîyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Û niha dîsa li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamayên Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye.

Gulistan Korban Rençber kî ye?

Rojnamevan Gülistan Korban Rençber di sala 2013’an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantiyê dest bi kare xwe yê Rojnamevantiyê kir.Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tv’ye bû û li wir edîtoriya nûçeyên Kurdî kir û nûçeyan pêşkeş kir.Bi girtina Azadi TV’ye di 2016’an de li malpera 1HaberVar wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û li heman malperêbernameyeke çêkir û pêşkeş kir.Her wiha, bi prodiksyonekere bernameyeke ya gerê çêkir û 24 bajarên Bakurê Kurdistanê geriya û da nasîn.Niha jî li malpera Ortadoğu Newsê di çarçoveya projeke de kar dike û her wiha li mtelevizyona NRT’yê re nûçeyan rê dike.

---

Nûçe: Vahdet Uçar

vahdetucar@botaninternational.com

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.