Maaf Barzanî: Dema her 48 mêrên malbata me hatîn kuştin, ez li zikê diya xwe 3 mehî bûme

ORTADOĞU NEWS 

Li gor çavkanîyên Herêma Kurdistanê, di Komkujîya Enfalê de 182 hezar kurd hatine kuştin. Eskerên Sedam Huseynî di rojekê de 8 hezar mêrên Barzanî birine û paşê kes ji wan venegeriyane. 

Maaf Barzanîyê 36 salî behsa çîroka malbata xwe ji û rewşa kurdan a wê demê ji Ortadogu Newsê re kir. 

(Xwendina vê hevpeyvînê nêzîkî 4 deqîqeyan didome) 

5 hezar gund hatine şewitandin

“Piştî 1975ê Şoreşa Gulanê şikest, Hikûmeta Baasê 5 hezar gundên kurdan şewitandin û ew li kampan kom kirine. 

“Di kampan de kurd şepirze bûne, nan û av bi zehmetî dihat peydakirin. Kurdan li gor hal û derfetên heyî jiyana xwe li kampan dewam kir. 

“Hikûmetê dixwest hemî kurd hem ji cih û warên xwe bibin. Hem jî di kampan de li ber destên wan bin. 

“Şevekê, ber bi sibeyê ve leşkeran dora kampê girtiye. Ti Kesan hay ji ti tiştî nebû. Wê rojê gotine qedexe ye ti kes ji kampê derkevin. Paşê hatine mêrên di kampê de yên ji 12 heta 90 salîyê kom kirine. 

Tekane zarokê malbatekê

“Di malbata min de 48 mêr hebûne. Bav, mam, xal, pismam, kurmet, kurxal… Leşkeran hemî birine. Paşê ti kes venegeriyane. Çekên wan nebûn. Bi zehmetî jiyana xwe didomandin. Ti zerera wan nedigiha ti kesan. Ew pêşiyê ji ber ku Kurd bûn paşê ji ber ku Barzanî bûn, hatine birin. 

"Ez hingê di zikê diya xwe de 3 mehî bûme. Dema ez hatîm dinyayê ez tekane zarokê hemî malbatê bûm. 

Şîna bêdawî, fîstanê reş

“Diya min ji wê rojê ve di şînê de ye. Jinên wê demê yên malbata Barzanîyan ji wê demê ve fîstanên reş li xwe dikin. Ez gelekê dixwazim rojekê bibînin diya min fîstanekê gulgulî li xwe kiriye. 

Min nedizanî bavîtî çi ye

“Min ji ber ku bavê xwe û bavên di malbatê de nedîtibûn, min nedizanî bav kî ne û erkên wan çi ne. Diya min şêrejinek e, hem dê û hem bavê me bû. 

“Piştî zarokên min çêbûn, ez nû pê hesiyam ka bav kî ne û çi erkên wan hene. Ez bavê xwe ji wêneyan nas dikim lê piştî ez pê hesiyam ka bavbûn çi ye ez bêriya bavê xwe dikim û hêrs dibim. 

Jiyana di kampan de

“Heta serhildana 91ê û biserketina Pêşmergeyên Kurdistanê em di kampan de bûn. Hin kampên wek Dîyana, Herîr, Biherkê û Quştepeyê paşê bûn nehîye û bajarok. Em hatin Soranê.”

Hevpeyvîn: Murat Bayram

muratbayram@botaninternational.com

Rêzehevpeyvîn:

Yeşim Coşkun: Leyla Bedirxan’ın hayatını konu alan eserde dans ettim

Fotomodêla navneteweyî, Xoxê: Li Geverê ji min re dibêjin “ay tu çi kirêt î!”

Xoxê’nin Hakkari’den uluslararası foto-modelliğe yolculuğu: Ay bu ne şaç baş!

Luqman Ahmed: "Du parêzer dê ji ber dizîna berhemên min dozê vekin"

Divê mirov li hemberî zarokên tecawiz lê hatî kirin çawa tevbigerin?

Semyanî Perîzade: Kurd im, jin im, bîseksûel im, serbilind im

Vahdet Uçar: Min beşa Ziman û Edebiyata Kurdî xwendiye lê niha mêşvanîyê dikim

Gelek Kurd ji mîkrofonên qenalên kurdî ditirsin

Şerîf Omerî: Xewna min dibistana Rapa Kurdî ye!

Demirtaş’ın Seher’ini İngilizce’ye çevirmek: İnsanın biraz eli ayağı titriyor açıkçası

Tuncay Ozel: "Axiftina du çêlekan zimanê şanoya me ji Tirkî kir Kurdî"

Leyla Arisoy: Modeya kurdan: Zerafet, xwe nîşandan û pirrengî

Dilan Yeşilyaprak: Rîtîm bêqîmet bû lê ez ji bo hînbûna wê çûm Misrê

Semîha Yildiz: "Çêdibe ku ji bo yek deqîqeya anîmasyonê 5 mehan, rojê 10 saetan kar bikî"

Berfîn Ayşe Ogut: “Di pirtûkên çawalêhato yên zarokan de kuştin, xwîn û tecawiz hene”

Gulsuma Demir: Merheba Kurdish Lessons! Ez dixwazim bi yarê xwe yê kurd re bi Kurdîyê biaxivim

Tofan Sunbul: Akademîya IBVyê dê salê du caran bernameyan pêk bîne

Kajîn Dara: "Tanrının ve kadının sesine en yakın ses: Santur"

Anahtar Kelimeler:
Maaf BarzanîEnfalKomkujî
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.