ORTADOGU NEWS -
Klîba Payîzê duhî li YouTubeyê hat weşandin. Xemî piştî stranên Newroz û Biyanê vê carê ji bo strana Payîzê klîbek çêkir. Rapbêjî li ser çîroka klîba xwe ya nû got:
“Annuske Coertze ji Efrîqaya Başûr e, li Çînê mamosteya zimanê Ingilîzî ye. Ew ji bo gerê hatibû Stenbolê. Em bi hev re çûn Batmanê paşê çûn Avaspî, Dara, Nisêbîn û Mêrdînê.
“Min xwest ez vê gerê bikim klîbek. Em çar rojan gerîyan. Bi hatina derhênerê klîbê, Veysel Seçenî me dest bi çêkirina klîbê kir.”
Kûnyeya klîbê:
Director : Veysel SEÇEN
Editor : Volkan YALÇIN
Art Director : XEM
Scenario : XEM
Lyric : XEM
Music : XEM
Recording & Mix : Cenk ÇELİK
Mastering : Buğra KUNT
Gotinên stranê:
Roja tu çuyî ez mam bê can
Rojên ronî reş bûn li ber çavan
Ew jîyana xweş ji min re bû bêtam
Teng bû Ji bo min erd û ezman
Bawerke ji bo evîna te hevok têr nakin
Destê xwe bide destê min em rûpelekî nû vekin
Bêmecalim wastîyam û gêj dibe serê min
Bê te jîyan bêtame mizgînî bide dilê min
Digerim cîhekî aram nabînim winda dibim
Bê te radizêm û ez bê te şîyar dibim
Min ji vî rewşê dijwar rizgar bike evîna min
Ez ji bo me hêvîdarim nekuje bawerîya min
Tu çuyî durî ji min
Tenê me dicemidim
Dernakevî ji bîra mın
Bawerke ez xemgînim
Tu ji min re bihar bûyî
Lê vêga payîz î
Min fêhmkir buhurî
Ew dema evînî
Réya me vekirî bû, te girt derîyan
Min ji xwe re cîh nedît li vê cîhan
Li benda te mam were ez helîyam
Ez û tu bûn mîna du bîyan
Wer binêre evînê ev dilêm şikestî
Rûyê min bêken dilê min digirî
Ew şevên bê dawî ez mam bê hêvî
Tu ji min re payîz î jîyana min tarî
Tu çuyî durî ji min
Tenê me dicemidim
Dernakevî ji bîra mın
Bawerke ez xemgînim
Tu ji min re bihar bûyî
Lê vêga payîz î
Min fêhmkir buhurî
Ew dema evînî
Rojên dirêj şevên bêxew tu car naxwazim
Dilê min ferman di de dinivisîne pênûsa min
Di nava çar dîwara derbas dibe jîyana mın
Ruyê te yî zelal û ji evîna te bîyan im
Payîza min...
Tu çuyî durî ji min
Tenê me dicemidim
Dernakevî ji bîra mın
Bawerke ez xemgînim
Tu ji min re bihar bûyî
Lê vêga payîz î
Min fêhmkir buhurî
Ew dema evînî
---
Nûçe: Murat Bayram
muratbayram@botaninternational.com