“Êrîş li kurdbûna karkeran hatiye kirin”

ORTADOGU NEWS - 

Me ji antropog, Dr. Adnan Çelîkî pirsî ka nijadperestî çi ye, kîjan tevger nijadperestî ne, nijanperestî li ser çi ava bûye, çi taybetîya Sakaryayê heye. Çelîkî li ser bûyera hingavtina karkerên li Sakaryayê ev têgeh û pirs zelal kirin. 

Êrîş li dijî kurdayetîya karkeran e
 
Birastî tecrubeyên me yên heyînî bi awayeke eşkere nîşanî me didin ku bêjara dewletê di vî warî de her tim li ser bêdengkirina rastiya bûyerên bi vî rengî bûye. Ji ber vê yekê divê mirov guh bide dengê bindestan. Piştî belavbûna vîdeoya êrişkirina nijadperestî rojnemevan, saziyên sivîl û hinek nûnerên HDPyê xwe gihandin karkerên mexdûr ên vê êrişê û van kesan bi aweyeke berfireh qala bûyerê kirin. Dema ku mirov ev mexdûran guhdar dike dibîne ku ev êriş, wekî gelekên dî, li dijî kurdayetiya wan e pêk hatiye.  
 
Êrîş çawa be nijadperestî ye? 
 
Bê gûman li ser sînor û çarçoveyên binavkirina nijadperestiyê gelek nîqaş hene û ev binavkirin li gorî konteksta çandî, sîyasî û dîrokî jî diguhere. Lê di hemû kontekstan de tiştê hevpar ev e ku heke tundiyek li dijî hebûn û nasnameya we a kolektîf hebe û sedama vê tundiye her çibe dawiya dawî xwe bi vê nasnameya we a kolektîf ve girê bide ev dibe niajdperestî.  

Wekî ku karkerên şahid û mexdûrên vê bûyerê jî dibêjin sedama êrişê kurdbûna wan bûye û ji ber vê yekê jî em dikarin bi rehetî bêjin ku ev êrîşeke nijadperst e. 
 
Bi ya min, her çiqas dîroka nijadperestiya tirkbûnê herî kêm bi qasî emrê vê komarê be jî di wan salên dawî de formeke nû peyda bûye. 

Kurdan ji ber ku li ber rejîma dewletê serî ne tewandin her tim bûn hedef bo dewletê. Lê heta wan salên dawî jî eqlê-dewletê kurdan dikir dû kategorî: Kurdên ku li dijî pergalê serhildidan dibûn şakî, eşkiya, çapulcu û terorîst; û Kurdên ku îtaat dikirin an jî bêdeng diman jî dibûn birayên olî, endamên yek ummetê. 

Ev dabeşkirin li ser vê esasê hatibû avakirin: kurdek dive ji bo kirinên xwe ên dijî dewletê bêne cezakirin. Lê di forma nû a nijadperestiyê de ev dabeşkirin hema bêje ji holê rabûye. 

Kurd ne ji ber kiriyarên xwe lê ji ber hebûna xwe têne cezakirin

Wekî ku piraniya kurdan êdi ji nasname û hebûna xwe haydar in û roj bi roj wekî aktoreke sîyasî derdikevin li ser dika navneteweyî reaksîyon û bêjara binyada dewletê jî diguhere. Êdî Kurd ne ji ber kirinên xwe lê ji ber hebûna (kurdbûna)  xwe divê bête cezakirin. 
 
Lê li vir divê mirov kurdbûnê jî ji aliyê zayend, çîn û perwerdeyê ve bifikire. Piraniya êrişen nijadperest li dijî karkerên kurdan in ji ber ku yên herî “qels” ew in. 

Êriş kurdbûna wan hedef digire lê di bin kurdbûnê de aîdiyeta wan a çînî ji diyarker e. Ji ber ku li Tirkiyê di nav lumpen-proleteryaya tirkan de sûbjektîvîteyeke cerdewanî heye û ev cerdawanî hovanetiya xwe herî zêde li dijî çîna blindest ên kurdan nîşan dide. 
 
Bingehên nijadperestîya tirkan a li hemberî kurdan li ser çi ava bûye

Bingeha nijadperestiya dewlata Tirkiyê bi xwe bingeha avabûn û xwedomkirina dewleta Tirkiyê ye. Ev dewlet li ser îmtiyaziya Tirkbûn û Sunnîtiyê ava bûye û ji destpêka avabûna Komarê heta îro jî ev herdû îmtiyazên nasnameyî (Tirkbûn û Sunnîtî) wek alavên nijadperestî hatine bikaranîn. 

Ev çend e em bûyerên ku li Emrîkayê diqewimin dibînin û xebatên zanistên civakî li ser meseleyê nîşanî me didin ku rîşên nijadperestiyê xwe dispêrin hinek mekanîzmayên binyadî û ev binyad hertim ji nû ve rih dide nijadperestiyê. 

Heke îro li rojavaya Tirkiyê ev rêze-êrişên hovane bê navber diqewimin, sedema wê ev binyada nijadperest e ku derfet û meşrûiyetê dide wan. Yanê heke aqlê-dewletê li ser nijadperestiyê xwe ava nekiriba û çarçoveyeka derfetan li ser vê binyadê ava nebûya di jiyana rojane de, mirovên “rojane” nedikaribûn ewqas bi rehetî êrişên nijadperest pêkbianîna. 

Pergala dewletê, binyad û bêjara vê pergalê ji malbatê heta dibistanê, ji artêşê heta mizgeftê, ji televîzyonê heta rojnameyê xwe bi şeweyeke endazyarî senkronîze kiriye û ji kesayetên jiyana rojane heta serokwezîrê dewletê bi heman bêjarê hatine fesilandin. 
 
Ya dî wexta mirov baş bala xwe dide dema qewimîna wan bûyeran û  rojeva siyasetê li Tirkiyê, dibîne ku senkronizasyenek di navbera herduyan de heye. Yanê dema desthilatdar û rêveberên dewletê siyaseteke tund li dijî Kurdan, an hinek nasnameyên bindestên dî, pêk tînin ev bûyerên nijadperest li kolanan zêde dibin. Ji ber ku desthilatdar li mizgeftan, li televîzyonan, li rojnameyan hember kurdbûnê bêjarên înkarkirinê, piçûkxistinê, nijadperestiyê bikartînin ev di cî de di jiyana rojane de olan dide û cerdavanên dilxwaz ên tirkbûnê mobîlîze dike. 
 
Sakarya laboratûwar e

Her çiqas hema bêje li hemî bajarên rojavaya Tirkiyê ev êrişên nijadperest kêm nebin jî Sakarya labaratûvara vê pratîkê ye. Birastî di ware zanistên civakî de ji bo vê fenomena Sakaryayê pêdivî bi xebatên meydanî heye lê bi qasî ku em agahdarin xuya ye ku taybetmendiya Sakaryayê girêdayî dîroka wê ya nûjen e. Piştî komkujî û dûrxistina Ermen û Rûman piraniya macirên misilman li vê heremê hatin binecîkirin. Dewletê di nava van maciran de ethoseke tirkbûnê ava kiriye û ev ethos jî xwe dispêre binyada nijadperest. Ev ethos di jiyana rojane de, di nav kesên rojane de, wekî îcazeta sedeqatê her tim xwe bi pratîkên nijadperest-hovane diyar dike. Tirkbûna ku li deverên wekî Sakarya hatiye fesilandin xwe dispêre sûbjektîvîteyeke cerdewanî ku deyndarê dewleta xwe ye da ku rojên teng de bi awayeke hovane tevbigere bo pergalê….

Hevpeyvîn: Murat Bayram
muratbayram@botaninternational.com

Anahtar Kelimeler:
SakaryaêrîşNijadperestî
Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.