Sed sal in nanê xwe ji çêkirina xwêyê peyda dikin

ORTADOĞU NEWS - ÊLIH

Li ser rêya Êlih û Sêrtê bazarek hatiye danîn. Li wê bazarê bi tenê xwê tê firotin. Li birkên li rexa rêyê, xwê ji avê tê cidakirin. Herî zêde gundîyên penîrî çêdikin û rêwîyên di rêyê de derbas dibin xwêyê dikirin.

Her malekê birkek heye

Bi sedan birkên çêkirina xwêyê li rexa rêyê hatine çêkirin. Piştî ziwabûna xwêyê tê komkirin û li telîsan tê dagirtin. Hin gundî dibêjin 200 hin gundî jî dibêjin 500 sal in ku li vî gundî xwê tê çêkirin. Hima bêje her malekê ji xwe re birkek çêkiriye.

Hingê tê bîra min, ez vî karî dikim

Abdulhakim Yukselî ji Ortadogu Newsê re got 20 sal in ku ew xwêyê çêdikin.

“Nizanim ka ji kengê ve ye em xwêyê çêdikin. Hingî tê bîra min em vî karî dikin. Berê dewletê ev kar dikir û me ji dewletê re kar dikir. Hin kes ji vî karî teqawît bûne.

“Em sê mehan vî karî dikin. Piştî barîna baranê em nikarin karê xwe bikin. Her sal em 10-15 ton xwêyê çêdikin.

“Ya rastî em ji vî karî gelekê, pereyan qezenç nakin lê ji ber ku ti karên dî nîne em vî karî dikin. Em kîsikekê xwyê yê 50 kîloyî bi 30-40 Lîreyan difiroşin. Heger em vî karî nekin em ê biçin cihên dî û karekê dî bikin. Lê em dixwazin li gundê xwe bimînin.  

8 sal in li nik bavê xwe me

Kurê Abdulhakimî, Nevzad, 8 sal in ku li nik bavê xwe dixebite.

“Ev karekê zehmet e. Em rojê 50-60 telîsên xwê dikêşin. Ji ber ku ti îmkanên me yên dî nînin em vî karî dikin. Ev kar bi tenê têra em bijîn dike. Em nikarin tiştekê pê bikirin an jî karekê dî pê çêkin. Em nikarin bi pereyên ji vê derê biçin zanîngehê. Em 3 mehan kar dikin 9 mehan li malê ne, çi heye em wê dixwin.”

Ahmet Yuksel jî endamekê malbatê ye. Wî diyar kir ku ew çûye bajarên dî kar kiriye lê ya baş ew e ew li bajarê xwe bixebitin.

Nûçe û wêne: Mahmut Bozarslan - Mbozarslan21@hotmail.com

Edîtor: Murat Bayram

--

Nûçeyên Mahmut Bozarslanî:

Keyf keyfa “Pisîkên Wanê” ye

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.