“Tenêtiyeteke kûr”

ORTADOĞU NEWS -

Li dereke dûr ji navenda Stenbolê, qata jorîna bînayekê kiriye mala tabloyên xwe yên hunerî. Piştî saeta xebatê, karmend yeko yeko ji bînayê derdikevin û bîna ji Sinûr, hunermenda wênesaziyê re cî dihîlin.

Dema ku her kes çû, karê wê dest pê dike. Heta derengê şewê destên Sinûrê di reng û rûnê de dimîne da ku fîqureke nû ya şikestî, tewandî, xemok û namo jidayik bibe.

Sinûrê lîsansa xwe di beşa Felsefeyê de li bajarê Tewrêzê ya li Îranê qedand, pişt re ber bi Başûrê çû ji boyî ku jiyaneke nû û azadtir pêk bîne.

Li wir kete nava “tenêtiyeteke kûr” de û ew tenêtî bûye hokar da ku dest bi wênesaziyê bike. Sinûr dibêje: “Gelek ji xelkên Îranê ji bo ku ji jiyana zor û neazad a Îranê birevin, ber bi Başûrê diçin, çimkî Başûr hem nêzîkî Îranê ye hem jî hevzimanê me ne.” Sinûr niha nêzîkî salek û nîv e ku hatiye Tirkiyeyê û hunera xwe ya wênesaziyê li vir didomîne.

Bawer: Fîqurên te hemû tenê ne û wisa dixuye ku derdê te derdeke kesane ye û xema civak û rûdawên derdora te bandor nekiriye ser berhemên te yên huneriyê.

Sinûr: Fîgurên nava tabloyên min bandor ji derdor û civak girtine. Em bêjin tu li rex dareke striyê re derbas dibî û baskê te bi wê darê brîndar dibe; ez di tabloya xwe de striyê nîşanî te nadim, lêbelê tenê birîna ku bi strî hatiye çêkirin xêz dikim. Piştî hemû şer û rudawên nexweş ên derdora me, di dawiyê de fîqureke şikestî û tewandî dimîne ku ez wê weke mirova bandor li ser hatî kirin nîşan didim. Ez ji bilî sedemên wan guhertinan, mirova guhertî nîşan didim. Ez ji xwe û bêsedem fîgurekê natewînim. Bêguman tiştek, belayek hatiyê serê fîgurên min. Lewma fîgur hatine tewandin, guherîne, werimîne, an jî ewqas qelew bûne ku di çarçoveyê de cîh nagirin.

Bawer: Tu qet neçûyî mektebeke hunerî û mamosteyên te yên taybet a hunerê jî tunebûne, tu çawa hînî wênesaziyê bûy û te çawa xwe pêş xistiye?

Sinûr: Ez li Hewlêrê ketime nava tenêtiyeke kûr de, tenêtiyek ku qet ez jê derbas nebûm, ne têkiliyek çêdibû, ne jî min dixwest têkeliyek çêbibe. Min berê jî çend caran hewl dabû ku wêneyan saz bikim, lê cara ewil a rastî, ku gelek xirap jî derket, li Hewlêrê bû. Wêga min hê asta xwe baş nedizanî.  Ji bo pêşveçûnê, tişta ku pêdiviya min pê heye, ne temrîn lêbelê dem e, ji bo çêkirina berhemên bêhtir û bêhtir.

Em dikarin bêjin karê min ezmûnkirin e. Min tu carî temrîn nekiriye; min berhemên nû xuliqandin e! Ez bi dîtinê hînî wênesaziyê bûme.

Bawer: Gelek kes hene ku li berhemên huneriyê dinêrin lê nikarin berhemekê çêkin. Çi cudahiyek heye di navbera me de ku tu wêneyan saz dikî lê ez nikarim?

Sinûr: Li gorî kesan diguhere, hin kesan pêdiviya xwe di hinek tiştan de dibînin, ez jî hunera wênesaziyê wek pêdiviya jiyana xwe dibînim. Di min de ev pêdivî heye, lê dibe ku ev pêdivî di hin kesên de tunebe. Dema ku mirov wêneyê çê dike, di rastî de berhemeke fîzîkî ya nû tê dinya. Cudahiya di navbera wênesaziyê û nivîsê jî ev hesta xulqandina tişteke fîzîkî ye, ew jî dilê mirov xweş dike. Dema ku min berhemên bêhtir û bêhtir çê dikirin û derdora min tije dibû, hesteke xweş li ba min çê dibû. Hewce ye bêjim jî tu asteke destnîşankirî di karê min de ku wênesazî ye tuneye. Lê hewce ye ez hê baştir û baştir bibim.

Bawer: Gelo tu dê bikaribî di nav koma hunermendên Stenbolê de cihê xwe bibînî?

Sinûr: Ez ne emênim ku bikaribim têkiliyeke baş bi hunermendên li Stenbolê re çêkim an di koma wan de bêm qebûlkirin. Lê di nav Kurdan de ez wisa difikirim ku baştir dikarim cihê xwe peyda bikim, ji ber ku Kurdên vir baştir fêm dikin ku jiyan ji bo jineke hunermend dikare çiqasî zehmet be. Helbet ez hatime Stenbolê çimkî li Başûrê min nedikarî bi serê xwe re bi tenê xaniyekî kira bikim, ji bajarekê diçûme bajareke din. Mixabin li wir ji bo îqameta min kefîl (serperest) dixwastin. Cara dawî jî li ser îqameta min a Îraqî nivîsandibûn ku ez nikarim bixebitim.

Bawer: Hunera wênesazî çiqas di kultura me de cîh digire?

Sinûr: Di vê erdnîgariyê de çavê me ji bo dîtinê zeyîf e, ji ber ku em hînî dîtinê nebûne, sedema wê jî ew e ku wênesazî beşek ji kultur û jiyana me nebûye; me ta asta lîseyê dersên hunerê xwendine lê dîsa jî dîtina tablo û pêşangehan gelek hêsan nebûye. Bi taybetî di mûzîk û hunera wênesaziyê de ez dikarim bêjim em bêsewad in!

Wêne û hevpeyvîn: Bawer Marûfî

8ê Tîrmehê, 2020

Stenbol

Edîtor : Murat Bayram

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.