Tofan Sunbul: Akademîya IBVyê dê salê du caran bernameyan pêk bîne

ORTADOĞU NEWS – Cara yekem li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bi navê akademîyê bernameyek hatiye saz kirin. Amadekar û koordinatorê bernameyê endamê rêveberîya weqfê Tofan Sunbul bû. Bi minasebeta pirtûka “Lêkolînên Kurdî – Akademîya Biharê 1” me pirsên xwe jê kirin.

Pirtûka “Lêkolînên Kurdî – Akademîya Biharê 1” bi awayekê PDF hatiye weşandin.

      We çawa dest pê kir?

“Destpêka 2019an de bûm endamê rêveberîya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî. Piştî endamîyê min di bihara heman salê de ji rêveberîyê re bernameyeke bi navê “Akademîya Biharê” pêşkêş kir û wan jî bi dilxweşî qebûl kirin. Cara yekem bernameyeke heft hefteyan bi rêkûpêk, tenê ji xwendekarên zanîngehê re vekirî û ji derve re girtî dê bihata saz kirin. Lewma kelecanîya me hemîyan zêde bû ji ber ku tecrîbeyekî me yê wisa tune bû. Dema min bername amadekir min hewl da ku mijarên cûr bi cûr û yên êkûdu temam dikin hilbijêrim, axaftvan jî pisporên qada xwe bûn. Jixwe dema mirov li bernameyê dinêrî têdigihe ku her yek di warê xwe de çend pêşketî ye. Lazim e ku ez behsa kêfxweşîya mamosteyan jî bikim, çaxê min ew vexwendin yek bi yek bi dilxweşî vexwendin qebûl kirin, paşê zanîn û tecrîbeyên xwe yên di qada xwe ya lêkolînê de bi beşdaran re parve kirin. Di pêvajoya hilbijartinê de serlêderan formeke dijital tije kirin, kontenjana me bi 30 kesan bisînor bû, eleqeyeke zêde hebû, me hilbijartinên xwe li gorî bersivên serlêdaran, beş û zanîngehên cûda û kontenjana zayendan çêkirin.”

Armanca xebata we çi bû?

Wêne: Beşdar û amadekarên Akademîya IBV

“Yek ji berztirîn armanca vê xebatê lêkolîner û akademîsyenên di warê kurdî de dixebitin bi xwînerên xwe re û bi akademîsyenên pêşerojê re bên gel yek. Bi vê nasîn û danûstandinê jî me xwest dîyalog û têkilî di navbera yên di rê de û yên rêya xwe temamkirin de çêbe. Meyla piranîya xwendekaran û tezê wan li ser xebatên kurdî bûn, lewma xwendekaran gelek sûd ji mamosteyên bernamayê girtin. Hetta çend xwendekaran wek şewirmenda/ê tezê alîkarî ji mamosteyan girtin.

Hem di bernameya akademîya biharê ku ev bi tirkî bû hem jî di akademîya payîzê de ev jî bi kurdî bû me bertekên gelek erenî ji her du alîyan wergirtin. Her hefte piştî bernamê xwendekaran bersiva van sê pirsan bi forma nirxandinê ji me re nivîsandin; “te vê hefteyê herî zêde ji çi hezkir”, “tişta tu pê aciz bûyî, rexneya vê hefteyê” û “ku nebêjim dê di dilê min de bimîne, pêşniyaza min” bû. Bi van paşragihandinan me her heftê kêmasîyên xwe temam kirin, me her hefte bername xweştir kir. Beşdaran jî ev yek dîtin û kêfa wan ji vê yekê re dihat. Yanî me qedr dida pêşniyaz û rexneyên wan.

Armanceke din a girîng cihdayîna mijarên ku li zanîngehan kêm an jî qet nayên axaftin bû. Bi vê yekê me hem qadeke piçûk ji lêkolîneran re vekir ku pisporîyên xwe bînin ziman û parve bikin hem jî ji wan xwendekarên lîsans, master û doktorayê re cardin alternatîfeke piçûk û maqûl a zanîngehê pêkanî. Her hefte terasa weqfê wek amfîyeke ya zanîngehê bû, pêşkêşî bi pirs û bersivan geştir dibû. Her hefte terasa weqfê wek amfîyeke ya zanîngehê bû, pêşkêşî bi pirs û bersivan geş dibû, nîqaşên li ser mijaran kûr dibû. Gelek caran wextî têra me nedikir û me li derve sihbeta xwe berdewam kir.”

Serpêhatîyekê te ji bîr nekirî heye?

“Dumahîya akademîyê serokê rûmetê yê weqfê Îsmaîl Beşîkcî axaftinek di derbarê zanîngehan û akademîyê de kir -rexneyeke saxlem bû-, paşê jî sertîfîkayên xwendekaran belav kir. Çaxê sertîfîka dayî xwendekaran hem mamoste Beşîkcî bi kelecan bû hem jî xwendekarên sertîfîkayên xwe ji destê wî wergirtî kelecan bûn. Jixwe ew kelecanî di çav û rûyên her kesî de xuya bû. Min jî sertîfîkaya xwe ji mamoste Îsmaîl wergirt, wek hevalên xwe kelecan bûm, ev kêlî bo min ecêb xweş bû û bextewar bibûm, ew westandina du-sê mehan min wê gavê ji bîr kir. Min fêm kir ku çendî karekê bêhempa û qedr e. Tu zanî çaxê ez jî zanîngehê derçûm ez neçûm dîplomaya xwe, min nexwest ez ji destê wan dîplomaya xwe bigirim, protestoyek bû. Ev sertîfîkaya Beşîkcî dayî min bedela deh dîplomayên zanîngehan bû li ber dilê min. Belkî cara yekem bû ku Îsmaîl Beşîkcî sertîfîka dan xwendekaran, ger ji zanîngehê nehata avêtin bi sedan xwendekarên wî dê hebûna, -îro jî bi sedan xwendekar hene ku berhemên wî dixwînin-, belkî bi sedan caran dîploma, sertîfîka belav bikiraya. Helbet ev tişteke sembolîk bû, me wek weqf kir ku ev yek pêk were.”

Serpêhatîyeke din jî her hefte di navbera akademîyê û dumahîyê xwendekar dihatin cem min û çendan ji min re ev got: “Me xwe tu caran ev qasî rihet îfade nekirî bû, ez xwe li vir ji zanîngeha xwe azadtir hîs dikim.” Vê yekê jî kêfa min zahf dianî, wek tu jî dizanî zanîngehên li Stenbolê li gorî zanîngehên bajerên din liberaltir in, lê cardin em zanin li van zanîngehan jî sansûr-otosansûr hene, mijarên “xessas” kêm tên axaftin.

Hûn ê berdewam bikin?

“Em ê wek weqf salê du caran bernameyên akademîyê çêbikin, akademîya payîzê bi kurdî ye, ya biharê jî bi tirkî ye. Par me her du jî pêkanîn. Di encama akademîya biharê de me kitêbek bi matbû û online weşand. Ji ber rewşa pandemîyê kesên bixwazin dikarin ji sîteya weqfa me daxînin û bixwînin. Ji nav çardeh mamosteyên akademîya biharê heft mamosteyên nivîsarên xwe bi me re parve kirin, hevala me Gullistan Yarkinê ev gotar bo weşanê amade kirin, min jî xwendina dumahî kir. Me dil heye ku em gotarên akademîya payîzê jî bi kurdî çap bikin. Ji bo demên pêşîya me ev akademî dê hem li nûnerîya Diyarbekirê hem jî li Stenbolê her sal pêk were. Ji ber vê rewşa pandemîya koronayê dibe ku îsal çênebe jî, li gorî rewşê em ê rêyên alternatîf biceribînin.”

Hevpeyvîn: Murat Bayram

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.