“Vekolîn, rêzefîlmeka polîsîye ya di standardên cîhanê de ye”

ORTADOGU NEWS - 

Ciwanekê xweşlaw û ji-xwe-razî yê li navendeka polîsan dest bi karî kirî. Keçeka delal a hevkara wî. Serkarekê pispor û di karê xwe de ciddî. Ofîsa dîwarekê wê cam. Dedektîfên cilê sivîl li xwe kirîn û bi kemera wan ve rozeta polîsan heyî… 

Dibe ku hûn ji fîlmên Holywoodê hînî van rewş û lehengan bûbin lê em behsa rêzefîlma “Vekolîn”ê ya Waar Tvyê dikin. 

Me pêşiyê ji derhêner, Şînwar Kemalî pirsî gelo çima dişibe berhemên Holywoodê.

Em dixwazin qane bikin

“Bînerên fîlm û rêzefîlmên kurdî, ne bînerên berê ne. Ew gelek berhemên cîhanî dibînin û standardên cîhanî dizanin. Em dixwazin wan qane bikin ku bi wî şêweyî û bi wan standardan rêzefîlmên kurdî jî hene, dikare hebe. 

“Heger bîner qane bibe û temaşe bike hingê TV jî dê ji bo qanekirina bînerên xwe jimara rêzefîlman zêde bikin.

“Rêzefîlmên kurdî her çendsalekê carekê têne çêkirin. Lê rêzefîlmên daîmî nînin, ev nebûye karekê daîmî ku bîner jê têr bibin. 

“Li hemî dinyayê bînerên rêzefîlmên polîsîye zêde ne. Di kurdî de min rêzefîlmeka polîsîye nedîtîye. Lê kurd jî ji vî cureyî hez dikin. Ji ber wê “Vekolîn” pêngaveka baş e. Vekolîn rêzefîlmeka polîsîye ya di standardê cîhanê de ye û em ê hêdî hêdî bînerên xwe çêbikin.

Rexne me keyfxweş dikin

“Ti berhem nîne ku hemî bîner jê hez bikin. Piranîya wan kesên ku ji me re dinivîsin razîbûna xwe diyar dikin. Hin bîner dibêjin wan ji me karekê baştir hêvî dikir. Ev jî me keyfxweş dike ku hêvîyên ji me bilind in. Helbet ev pêngavek e û dê baştir bibe. 

Çîrokên rastî, guherînên hunerî

“Ji zarokatîya xwe ve bala min li ser bûyerên polîsîye ye. Min hiqûq xwendiye. Deh sal in ji bilî fîlm û karên xwe yên hûnerî eleqedarê tawan û sûcan im. 

“Bûyer bûyerên rastî ne lê min bi şîretên Seîd Mehmûdî bûyer hinekê guhertine. Em naxwazin rasterast behsa jiyana xelkê û tawanên wan bikin, me li ser wî bingehî çîrok ji nû ve honand. 

“Ji bo em bigihînin sezona nû ya weşana Waar Tvyê hin rojan em digel hevalan 16-17 heta 18 saetan xebitîn. Ev keda me hemîyan e. 

“Her beşeka rêzefîlmê dê li gor çîrokê ji 25 heta 30 deqîqeyan be. Format ev e. Her Pênçşemê hûn dikarin ji Waar TVyê temaşe bikin.” 

--

Hevpeyvîn: Murat Bayram

muratbayram@botaninternational.com

Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.